Ji bo îfadeyê çû hat binçavkirin
WAN (DÎHA) - Hevserokê Şaxa MEYADER'a Wanê Îdrîs Şaybak, dema ji bo îfadeyê çû midûryeta polîsan hat binçavkirin.
Hevserokê Şaxa MEYADER'a Wanê Îdrîs Şaybak ji bo îfade bide ji aliyê Şaxa TEM'ê ya Midûryeta Polîsan a navçeyê ve hat gazîkirin û dema Şaybak ji bo îfadeyê çû midûryetê hat binçavkirin. Şaybak ê destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne, hinceta binçavkirina wî jî ne hat zanîn.
(mb)