Li Oremarê teqîn
COLEMÊRG (DÎHA) - Maşîna zirxî ya leşkerî dema li herêma Oremarê ya Geverê re derbas dibû teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.
Li Şîtazina li herêma Oremarê ya navçeya Gevera Colemêrgê dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqînek pêk hat. Li gorî daneyên destpêkê di teqînê de 2 leşker mirin û leşkerek bi giranî birîndar bû.
Hat ragihandin ku balefirên ji Fermandariya Navçeyê ya Alayê rabûn ber bi herêma teqîn lê çêbûyî ve firiyan.
(mb)