Egîtîm Sen: Ji ber sendîkavaniyê em di hedefê de ne
AMED (DÎHA) - Hevserokê Şaxa 1'mîn a Egîtîm Sena Amedê Îkram Atabey diyar kir ev êrîşên li ser wan pêk tên ne nû ne û ew ji ber xebatên xwe yên sendîkavaniyê tên darizandin.
Piştî îlana OHAL'ê û pêkanîna Biryara di Hikmê de Qanûn (KHK) li Tirkiyeyê 11 hezar 500 mamoste ji kar hatin dûrxistin. Li Amedê jî 4 hezar 500 mamoste ji kar hatin dûrxistin û ji vana 4 hezar 314 mamoste nûnerên Egîtim Senê ne. Li ser vê yekê mamosteyên Egîtîm Sena Amedê ji bo bertek nîşanî vê pêkanînê bidin dest bi çalakiyan kiribûn û ev çalakî didomin. Di çalakiyên Egîtîm Senê de bi dehan endamên wan hatin binçavkirin, 11 mamoste hat girtin û 29 mamoste jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
'Ev êrîş ne nû ne'
Hevserokê Şaxa 1'mîn a Egîtîm Sena Amedê Îkram Atabey têkildarî binçavkirin û girtinan nerazîbûn nîşan da. Atabey diyar kir ku ev êrîşên li ser wan pêk tên nû nînin û wiha got: "Berê jî polîtikayên êrîşê li ser me pêk dihatin. 15'ê Tîrmehê darbeyek pêk hat û pişt re operasyonên FETO dest pê kirin. Di bin navê operasyonên FETO de hikûmeta AKP'ê êrîşên xwe yên qirkirinê niha jî li ser muxalîfan pêk tîne. Piştî KHK'ê 50 hezar xebatkarên cenaweriyên ji kar hatin dûrxistin."
'Pêkanînên sosret li ser me pêk tînin'
Atabey bibîr xist ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve bi rojane ji bo îxraçkirina mamosteyan lîste tên amadekirin û wiha pêde çû: "Bêhincet sûc diavêjin ser mamosteyên me. Tenê ji ber em tevlî çalakiyên rewa û demokratîk bûne, di 21'ê Îlonê de 24 mamosteyên me hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan ji van hevalên me 7 jê hatin girtin. Piştî vê pêla binçavkirinê di demek kurt de 19 hevalên me yên din hatin binçavkirin. Ji van jî 4 hevalên me hatin girtin û 12 hevalên me jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Herî dawî 2 roj berê 17 hevalên me hatin binçavkirin û rewşa wan ne diyare û nahêlin parêzerê wan biçin cem wan. Di dema binçavan de hevalên me rastî pêkanînên sosret hatin. Binçavkirina dayik û pitikan jî bi serê xwe mijarek xetere ye."
Ji ber sendîkavaniyê di hedefê de ne
Atabey anî ziman ku ew ji ber xebatên xwe yên sendîkavaniyê ji kar tên dûrxistin, girtin û tenê xebatên wan ên sendîkavaniyê tê darizandin. Atabey destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan, binçavkirinan û girtinan têkoşîna hiqûqî bidin meşandin û bang li rayedaran kir ku hevalên wan ên binçavkirî demildest bên berdan.
(rd-bo/bg/mb)