‘Darbe bi ser ketiba jî dê heman tişt bihatina serê me'
AMED (DÎHA) – Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, dest nîşan kir ku bi îlankirina OHAL’ê re pîvanên huqûqê hatine serobinkirin û pêkanînên niha xwe didin der ji yên Qanûna Bingehîn a derbeya 12’ê Îlonê jî wirdetir in û wiha nirxand, “Derbe bi ser ketiba dê heman tişt hatibana serê me'
Hikûmeta AKP’ê, piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê bi hinceta “Ewlehî û sazûmaniya cemaweriyê” ku OHAL îlan kir û bi vê re bi Birarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya ku derxist, li dijî muxalif û kurdan dest bi nêçira pirhevokiyî kir. Hikûmeta AKP’ê ya ku boyî van KHK’yan bi her awayî rêya darazê girt, bi pêkanîna sererstkirinên xwe yî îdarî û “zagonî”, heft pehîn li dewsa sepandinên kêfî û derhuqûqî yên serdemên derbeya xist û her wiha li gel vê dixwaze maweya OHAL’ê 3 mehên din jî taloq bike. Parêzvana mafên mirovan û parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, pêkûtî û derhuqûqiyên di serdema OHAL’ê de xwe didin der, gotinên Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ên wek “KHK li dijî Makezagonê bin jî dikarin bên derxistin” û taloqkirina OHAL’ê nirxand.
‘Bi KHK’yan re hemû saziyên huqûqî hatin serobinkirin’
Yalçindag dest nîşan kir ku, AKP’ya ku ji dêvla hewldana derbeyî ya leşkeran derbasî zemînekî demokratîk, azadîxwaz û piralî bibe, bereksê wê dike û wiha got, “Aqlê dewletê, îro bi destê AKP’ê û Serokomar mixabin, ber bi windakirin û binpêkirina aqlekî ku hemû maf û azadiyan ji holê radike ve diçe. A rast bi KHK’yan hemû saziyên huqûqî hatin serobinkirin. Niha wisa dixuyê ku ji Makezagona derbeya 12’ê Îlonê jî xerabtir e. Çimkî makaezagona derbeyê jî nas nakin.”
‘Dema derbe pêk bihatana dê televîzyon bihatanan girtin, rojnamevan bihatanan girtin’
Yalçindag, pêkanînên ku bi KHK’yên OHAL’ê re ketin dewrê wek “Bobelateke huqûqî” nirxand û wiha axivî: “Rayedarên AKP’ê boyî derbeyê gotin, ‘Ev nahmeteke Xwedê ye. Helbet xêrek tê de heye.’ Lê, em tu xêrê di vê de nabînin. Piştî derbeyê daketin qadan û ji vê re gotin ‘şahîneta demokrasî û azadiyê.’ Lê çi bû? Heke derbe bi serketana, tiştê dê bihatanan serê me, niha hatin. Derbe bi serketana, dê qeyûm bihatanan tayînkirin, dê der barê parlementerên kurd biryara bi darê zorê anîna dadgehê bihata dayîn. Heke derbe bi serketana, dê bi awayekî derhuqûqî bi deh hezaran mirov ji karê xwe bibûnan. Bêyî biryara dadgehê, dê mal û milkên mirovan bihatanan desteserkirin, televîzyon, rojname û radyo bihatanan girtin. Heke derbe bi serketana, dê rojnamevan bihatanan girtin. Derbe pêk nehat, lê gelê kurd dîsa jî derbeyê dijî.”
‘Ji bo tepisandina muxalifan, rêya herî hêsan OHAL e’
Yalçindag dest nîşan kir ku, bi sererastkirinên ku bi KHK’yan tên kirin re, bi taybetî kurd û kesimên muxalif hedef tên girtin û wiha axivî: “Ev rewşa ku ji eyarê xwe derketiye û sepandinên binpêkirina hemû maf û azadiyan, hemû wek navend arasteyî kurdan tên sepandin. Bi qedexeyên derketina derve re li dijî gelê kurd sepandinên kêfî û derhuqûqî, bi 15’ê Tîrmehê re jî hemû kesimên muxalif bi awayekî topyekûn hedef hatin girtin. Yanî pratîkeke dijminê hunerê, dijminê zimanê dayikê, dijminê birêvebirina xwe bi xwe, dema dor tê wan ew yên hilbijartî ne, lê dijminê îradeya şaredariyên kurdan ên ku bi dengekî ji dengê wan bêtir hatine hibijartin tê pêşandan. Helbet dema dixwazin van hemûyan di potayekê de bihelînin, bo vê karê herî hêsan jî OHAL e. Çimkî derhuqûqiyeke bêsînor, bi awayekî zêde nenasiya mafan, binpêkirina hemû belgeyên navnetewî xwe dide der.”
‘Ne taloq, divê niha vê saetê dawî li OHAL’ê bê’
Yalçindag, li dijî daxuyaniyên Serokomar Erdoganî û rayedarên AKP’ê yên arasteyî taloqkirina maweya OHAL’a ku dê di 20’ê cotmehê de biqede bertek nîşan da û vê rewşê wiha nirxand: “Jixwe li xwe mikur hatin. Gotin, ‘Di şert û mercên normal de, me nikaribû ev sererastkirin bikiranan.’ Ev çî ye? Bi saya KHK’yê ‘OHAL’ê em dişewitînin, dirûxînin, 30 rojî di binçavan de dihêlin, li gor dilê xwe em qeyûman tayîn dikin, rojnamevanan ditepisînin, çapemeniyê ji holê radikin.’ Bi van sepandinan, der barê muxalefetê çi hebin, tên tunekirin. Ne taloq, divê niha vê saetê dawî li OHAL’ê bê. Keyfiyeteke bi vî awayî, di îdariya tu burokrasî û mekanîzmaya tu dewletê de cihê wê tune ye. Sînor diyar in, lê belê bi awayekî zêde hatine derbaskirin.”
‘Divê teqez serî li DMME’yê bê dayîn’
Yalçindag bi bîr xist ku, Tirkiye ji ber binpêkirina mafên mirovana ên OHAL’ê di salên 90’î de gelek caran li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye mehkûmkirin û got, “Em ê hesabên pêkanînên OHAL’Ê nedin, na tiştekî wisa tune ye. Bila kes nekeve rehawete bi vî awayî. Bila tu kes nebêje, ji xwe dê tu encamî nede. Di vê tu kes dev ji îradeya serlêdana huqûq bernede. Niha raste rast riya çûyîna DMME’yê hatiye vekirin. Divê teqez serî li DMME’yê bê dayîn.”
‘Ji bilî vê tu rê tune ye’
Yalçindag dest nîşan kir ku, li dijî derhuqûqiyên di ser dema OHAL’ê de divê tu kes bêhêvî nebe, li dijî van derhuqûqiyan divê mirov li ber xwe bide û anî ziman ku, ji bilî vê tu rê tune ye.
(red)