DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Esnafên Îzmirê îflas dikin

 
3 Cotmeh
09:21 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Esnafên Sûka Kemeraltiyê diyar kirin ku ji er polîtîkayên şer ên AKP'ê îflas dikin û xwestin îktîdara AKP'ê demildest dev ji van polîtîkayan berdin.

Esnafên Sûka Kemeraltiyê yên Îzmîrê, diyar kirin ku piştî 7’ê Hezîranê konsepta şer, îlankirina OHAL’ê û dagirkirina Rojavayê aborî serobin kiriye û gotin, ji bo pêşveçûna aboriyê tekane rê zeximkirina demokrasî û aşitiyê ye.

Wateyê nadin hebûna OHAL'ê

Hasan Yilmaz ê ku çente û valîzan difiroşe got, ev salek e li Tirkiyeyê der barê siyaset û aboriyê de nediyariyek heye û ji ber vê mirov ditirsin ku pereyan xerc bikin. Yilmaz diyar kir ku, a rast piştî îlankirina OHAL’ê karê hemû esnafan wek bi kêrê ji ortê bûbe du qet nêvî nêvî daketiye û wiha axivî: “Ji xwe hemû derbekar hatin girtin. Ji ber çi OHAL heye fêm nakim, êdî reng û dengê kar guherî.”

'Li Cerablûsê çi karê me heye’

Yilmaz, diyar kir ku li cihê şer hebe dê helbet qeyran jî hebe û wiha dest nîşan kir, “Ez fêm nakim ji bo çi Tirkiye mudaxileyî Sûriyeyê dike. Li Cerablûsê çi karê me heye? Ji roja ewil ve polîtîkayên Tirkiyeyê yên arasteyî Sûriyeyê çewt in. Ya bû, bi me bû.”

Levent Darici yê pêlavfiroş jî got, heta niha pirsgirêka herî mezin karsazên mezin û AVM bûn, lê belê piştî îlankirina OHAL’ê reng guherî.

'Divê dawî li şerê kurd û tirkan bê’

Darici dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê kêmaniya herî mezin aramî, aşitî û biratî ye û wiha axivî: “Heta vî emrî jî, hîn min fêm nekiriye boyî çi şerê kurd û tirkan heye. Hemû mirov xwişk û bira ne. Ez tirk im, gelê kurd tenê dixwaze bi zimanê xwe biaxive. Bila biaxive, ev mafê wan î herî sereke ye. Bila her kes bi zimanê xwe yî dayikê bê perwerdekirin, bila şer nebe.”

'Em her tim tên xapandin. Êdî bes e’

Halîl Pazar ê ku dikana wî ya konfeksiyonê heye jî, dest nîşan kir ku ji ber kiriya dikanê, krediya bankeyan û mesrefên malê ji 100 esnafî 95 esnaf ber bi îflasê ve ne. Pazar, diyar kir ku qeyranek li Tirkiyeyê heye, lê tenê sedemeke vê tune ye û wiha axivî: “Ne yek e, ne dudo ye. Tu polîtîkayeke çewt tune ye ku Tirkiyeye ew nekiriye. Em her tim tên xapandin. Êdî bes e. Aramî û heqê nanî besî me ye. Lê çavên wan li vê ye jî.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN