DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê rastiyan ji çapemeniya azad bişopînin

 
3 Cotmeh
09:20 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Welatiyên girtina televîzyon û radyoyan şermezar kirin, diyar kirin ku dê rastiyan ne ji çapemeniya îktîdarê ji çapemeniya azad fêr bibin.

Welatiyên îzmîrê li dijî girtina televîzyon û radyoyan û derxistna ji platforma TURKSAT’ê ya ÎMC TV, Azadî TV, Hayatin Sesî TV, Zarok TV, Denge TV, Jiyan Tv û Van TV jî di nav de cih digirin, bertek nîşan dan. Welatiyan diyar kir ku, îktîdar bi tu awayî tehamulî dengê muxalifan nake, di her firsendê de dixwaze beşên muxalif bitepîsine û bi girtina qenalan re ziman û çanda gelan jî tê tunekirin.

‘Tu dibê qey Şîrîn Baba derbe pêk aniye’

Azîz Başak, girtina qenalan nirxand û diyar kir ku mebest ji vê ew e ku kurd ji çapemeniya hewzê nûçeyan bişopînin û got, ew dê ne ji çapemeniya hewzê, ji çapemeniya azad nûçeyan bişopînin. Başak diyar kir ku ew binpêkirina mafê temaşekirina fîlmên kartonî yên zarokên wan şermezar dikin û anî ziman ku ew pir meraq dike polîtîkayên weşana Zarok TV’yê ji kîjan hêlê ve îktîdarê nerihet kiriye. Başak wiha pirsî, “Gelo dê çi faliyetên propagandayî yên Zarok TV’yê hebein?” û wiha got, “Tu dibê qey Şîrîn Baba derbe pêk aniye.” Her wiha Başak wiha dest nîşan kir, divê hemû kurd li TV’yên xwe xwedî derkevin.

‘Bi qenelan re, nasname hedef hatin girtin’

Tahsîn Guler, diyar kir ku qenalên hatine girtin qenalên kedkar û gelan bûn. Guler anî ziman ku ev pêkûtî bi tu awayî nayên qebûlkirin û dest nîşan kir ku bi qenalan re nasnameya gelan hatiye binpêkirin û tunekirin. Guler da zanîn ku di paşerojê de, elewî, zaza hatine tunekirin û diyar kir ku mafên ku îroyîn bi dest xistine jî tên binpêkirin. Guler anî ziman ku, divê dewlet demildest dev ji polîtîkayên xwe yî tepisandina dengên kesimên kêmar û muxalif berde.

‘Em ê çapemeniya hewzê neşopînin’

Mûstafa Yilmaz, anî ziman ku hemû qenalên welatperwer hatine girtin û diyar kir ku li gel her tiştî jî, ew ê dîsa jî çapemeniya hewzê neşopînin. Yilmaz anî ziman ku, ji xwe li malê çenaqên wan hene û heke bivê ew ê li ser civaka medyayî her roj TV’yê muxalif bişopînin.

‘Li qadên berxwedanê cihê xwe bigirin’

Aydin Demîr, dest nîşan kir ku bi girtina qenalan faşîzm bi awayekî aşkere rengê xwe diyar kiriye û anî ziman ku, liberxwedayîn mafê her kesî ye û divê her kes vî mafê xwe bi kar bîne. Demîr diyar kir ku divê zimanê mexdûriyetî neyê bikaranîn û bang li her kesî kir, divê li qadên berxwedanê cihê xwe bigirin û li TV’yên xwe xwedî derkevin.

‘Tehemulî cudatiyan nakin’

Gulşen Kaya got, îktîdar bes çapemeniya li gel xwe diparêze û bi vî awayî ezperestiyê dike û wiha axivî: “Em girtina qenalan qebûl nakin. Em li welatekî tekçî dijîn, demokrasî pirdengî ye, lê îktîdar tehamulî tu dengê ku wê naparêze nake.”

‘Wek salên 90’î ye’

Hasan Soylemez jî, dest nîşan kir ku li vî welatî tenê pêdivî bi pirdengiyê heye û wiha got, “Dê heta kuderê dengê elewiyan, karkeran, kurdan bê tepisandin. Di salên 90’î de rojname hatin bombekirin, rojanmeger hatin kuştin, rastî îşkenceyan hatin. Heman rewş îro jî xwe dide der. Bi tu awayî tehamulî muxalefetê nakin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN