DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xaniyan li ber çavên malbatan xera dikin

 
3 Cotmeh
09:20 2016

AMED (DÎHA) – Hêzên dewletê yên ku heta niha taxa Sûrê ya Hasirliyê xera kir, niha jî xaniyên taxa Savaşê xera dikin. Xaniyên li taxa Savaşê li pêş çavên welatiyan tên xerakirin.

Piştî qedexeya derketina kolanan a di 2’ê kanuna 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê dest pêkir, hêzên dewletê ji wê demê heta niha xaniyên li navçeya Sûrê xera dike. Hêzên dewletê ji 2’ê kanuna 2015’an heta 10’ê adara 2016’an bi tang û topan, piştî 10'ê Adarê heta niha jî bi kepçe û dozeran xaniyan xera dikin. Hêzên dewletê ku heta niha xaniyên li taxa Hazirliyê xera dikir, niha jî li taxa Savaşê dest bi xerakirinê kir. Hêzên dewletê ji adarê heya niha di bin navê qedexeyê de xaniyên li taxên Hasirli û Savaş xera dikin. Hêzên dewletê yên ku xaniyên taxa Hasirli tev xera kirin, niha jî li taxa Savaşê li pêş çavên welatiyan dest bi xerakirina xaniyan dike.
Hêzên dewletê heta niha li taxa Hasirliyê veşartî xanî xera dikirin. Lê niha li ber çavê her kesî dest bi xerakirina xaniyên Savaşê kirine. Hêzên dewletê heta rêya Malîkahmet û Gazî xaniyan xera dikin. Xanî li pêş çavên malbatan tên xerakirin.

(bî-ra/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN