DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Divê gel li televizyonên xwe xwedî derkevin'

 
3 Cotmeh
09:19 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê Muslum Dogan, têkildarî girtina televîzyon û radyoyên muxalif diyar kir ku hişmendiya darbeyê didome û xwest gel li televîzyon û radyoyên xwe xwedî derkevin.

Îktîdara AKP'ê bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê (KHK), der barê qanalên ÎMC TV, Azadi TV, Hayatin Sesî TV, Zarok TV, Denge TV, Jiyan TV, Wan TV, Radyo Ses, Radyo Dunya, Ozur Guneş Radyo, Radyo Karacadag, Dogu Radyo, Radyo Ozgur û Yon Radyo jî di navde der barê 12 televîzyon û 11 radyoyan de biryara girtinê da. Radyo û televîzyon bi biryara îktîdara AKP'ê ji peyka TURKSAT'ê hatin daxistin. Bertek û nerazîbûnên li dijî girtina televîzyon û radyoyan berdewam dikin.

'Li dijî hiqûqê ye'

Wekîlê HDP'ê yê Îzmirê Muslum Dogan, diyar kir ku Zarok TV çand, ziman û xweza bi zarokan dida hezkirin û wiha got: "Girtina vê qanalê nayê qebûlkirin. Girtina televîzyonan a bi KHK'ê li dijî hiqûq û zagonan e. Ev nîşan dide ku hişmendiya darbeyê didome. Qanalên hatin girtin nirxên gel bûn. Divê gel li televîzyonên xwe xwedî derkevin. Divê hemû hêzên demorat û welatparêz li televîzyon û radyoyên xwe xwedî derkevin."


Dixwazin bi yek dengî Tirkiye bi rêve bibin

Wekîla HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî, anî ziman ku bi girtina televîzyon û radyoyan dixwazin Tirkiye bi yek dengî bi rêve bibin û her kes bejna xwe li ber wan bitewîne. Beceriklî destnîşan kir ku hikûmet bi girtina televizyon û radyoyan dixwaze gelan bêdeng bike û wiha got: "Zextên ku li Tirkiye li ser çapemeniyê pêş dikevin li tu welatên cîhanê pêş nakevin. Dixwazin ewil çapemeniyê bêdeng bikin û piştre serdestiya xwe pêş bixin.

Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî anî ziman ku di hemû rejîmên diktator de berî her tiştî çapemeniyê bêdeng dikin û wiha got: "Îro jî bi heman rengî KHK qanalên televîzyonan digirin. Pergal ji bo rastiyan berovajî bike. Dixwazin mafê gel ê ragihandin û agahiyê ji destê wan bigire. Naxwazin muxalefeta civakî pêş bikeve. Naxwazin gel xwe bi xwe bi rêxistin bike. Televîzyon û radyoyên li gel rejîmê cih digirin û piştgiriyê didin dîktatoriyê hebûna xwe berdewam dikin. Lê yên li gorî rêgezên rojnamegeriyê yên gerderûnî tev digerin û ji rastiyan tawîz nadin tên girtin. Rojnamegerên rastiyan dinivîsin niha piraniya wan girtî ne. Dixwazin van rojnamegerên rastiyan dinivîsin ji civakê dûr bixin. Rojnamegerên ku tenê peyvira xwe ya rojnamegeriyê dikin niha girtî ne. Tenê wênekêş, kamera û kampîtûrên wan desteser nakin. Di heman demê azadiya wan jî ji destê wan digirin. Lê ew çi bikin bila bikin ew dê nikaribin rastiyan veşêrin. Girtina Zarok tv jî nişan dide ku hikûmet ketiye nava celbê. Girtina Zarok tv nîşan dide ku êdî tehamula hikûmetê tune ku zarok bi zimanê xwe li fîlman jî temaşe bikin û guhdar bikin. Ev têkçûna hikûmet û pergalê nîşan dide.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN