Koçber bû lê dev ji kare xwe berneda!
ÛGÛR AKGUL
AMED (DÎHA) – Êzîdî yê 62 salî Saîd Îlyas piştî ku çeteyên DAİŞ’ê êrîşî Şengalê kir tevlî malbata xwe koçber bû û hat li kampa penaberên Êzîdî ya li Amedê bi cih bû, karê xwe yê ku ji 1993’an de dike li vir di hûndirê kon de berdewam dike.
Bi êrîşên çeteyên DAİŞ’ê yên bi ser Şengalê de bi 10 hezaran Êzîdî ji ber gef û kirinên komkujiyê koçberî bajarên Bakurê Kurdistanê bibûn. Yek ji wan penaberan Saîd Îlyas (62) û malbata xwe ye. Îlyas di 3 tebaxa 2014’an de ji Şengalê koçber dibin.
Ji Taxa Xanesor ber bi Kampa Penaberan ya Yenîşehîrê
Îlyas tevî malbata xwe bi zehmetiyên mezin û gefên komkujiyê re ji taxa Xanesor ya Şengalê berê xwe dide Zaxo û ji wir jî vedigerîne Amedê. Ji wê dîrokê û vir ve Saîd Îlyas û malbata xwe li Kampa Penaberê Êzîdî ya Li Yenîşehîr a Amedê de di konan de dijî.
‘Ji 1993’an heta niha firoşgehiyê dikim’
Îlyas aşkere kir ku ji sala 1993’an û vir ve li taxa Xanesor ya Şengalê karê firoşgehiyê dike. Îlyas da zanîn ku ji bo ku sebra wî pê tê niha vî karî dike û wiha got: “Berê dikana min mezin bû lê niha ez di kon de vî karî dikim. Niha li vir sebra min bi kare min tê.”
‘Ez dixwazim ku hîn bêhtir dan û sitendin were kirin’
Îlyas derbirî ku 8 meh in vî karî dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Debar pê nabe. Lê ji ber ku sebra min pê tê ez vî karî dikim. Ji ber ku zexîreyan nikarim bînim welatî hîn bêhtir van pêdîviyên xwe ji sûkê pêk tînin. Li cem min hîn bêhtir tiştên biçûk hene. Ez dixwazim ku hîn bêhtir ji cem min dan û sitendin bê kirin.”
Firax bi dîzayn hatine rêzkirin
Firaxên di hindûrê kon de ji bo kiryar bibînin li ser textekî hatiye rastkirin. Di konê 8 metrekare de televizyonekî ku Îlyas pê rojevê dişopîne jî nehatiye ji bîrkirin. Cardin di hundirê kon de sarinca ku tiştên cemidî lê hatine bicihkirin, qadekî mezin di hundirê kon de girtiye.
(mae)