DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Pergala dewletê red kir û tev li refê azadiyê bû

 
3 Cotmeh
09:06 2016

MÊRSÎN (DÎHA) – Endama YPS'JIN'ê Evzane Çalişir ku pergala dewletê qebûl nekir, got "Heta gelê me ne azad be, ev cîhan ji bo me tarî ye" û tev li refê azadiyê bû.
Dayika Evzane Çalişir Şukran Çalişir, diyar kir ku piştî keça wê xwe nas kir berê xwe da çiyê.


Endama YPS-JIN'ê Evzane Çalişir (Nûda Dêrik) di şerê 17'ê Îlonê yê gundê Kihe yê Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da. Endama YPS JIN'ê Evzane Çalişir (Nuda Derik), di sala 1991'an de li navçeya Dêrikê ji dayik bû. Hêj yek salî bû di sala 1992'an de malbata wê koçî Mêrsînê kir. Evzane Çalişir dibistana seretayî û Lîse li Manîsayê xelas kir. Di serdema lîseyê de çû saziyên kurdan û li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) tev li xebatên çand û hunerê bû. Li ser dîrok, çand û nasnameya kurdî lêkolîn kir. Li aliyê din li KURDÎ-DER'ê dest bi perwerdehiya ziman kir û fêrî ziman bû. Çalişir, dema pismamê wê yê HPG'î Mehmet Kirahan (Kurtay Feraşin) di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da, dest ji lîseyê berda û li gel çar hevalên xwe berê xwe da çiya."

Çalakiyên konê nobetê bêtir ew bi dozê ve girê da

Dayika Evzane Çalişir Şukran Çalişir, diyar kir ku keça wê di dema lîseyê de çû saziyan û bêtir bi pirsgirêka kurd û Kurdistanê re eleqeder bû û wiha got: "Bi taybetî piştî çû saziyên kurdan meraq û lêgerîna wê ya pirsgirêka kurd zêdetir bû. Piştî çû saziyên kurdan sekn û jiyana wê hat guhertin. Kesayeket xurt û pijiyayî pêş ket. Di sala 2011'an de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Konên Nometê" hatin avakirin. Di van konên nobetê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Di çalakiya konan de min carekê dît ku keça min di nava çalakiyan de ye. Wê demê min fam kir ku keça min dê bibe çalakger û îsyankarek mezin."

'Şoreşgerek fedekar bû'

Çalişir, anî ziman ku dema keça wê diçû lîse di heman demê de li derve jî kar dikir û debara malbatê dikir, lê piştî tev li xebatên saziyan bû pereyên ku qezenç dikir dida malbatên têkoşerê azadiyê û wiha got: "Keça min şoreşgerek fedekar bû. Ez bi keça xwe serbilind im. Keça min dema tev li refê azadiyê bû got 'Ez ji bo azadiya gelê xwe diçim' Piştî pismame wê yê HPG'î Mehmet Kirahan şehîd ket di merasima cenaze de soz da. Keça min Evzane di merasima cenaze de got 'Dayê binere ji bo azadiya gelê xwe şehît ket. Ji niha û şûnde heta gelê me azad nebe ev cîhan ji bo me tarî ye.' Keça min wê demê soz da û çû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN