DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xirîstiyanên Kuseyrî ji ber şer bi fikar in

 
3 Cotmeh
09:05 2016

HATAY (DİHA) - Xirîstiyanên Kuseyr ên bi sedan salan li herêma Altinozu ya Hatayê dijîn, ji ber şerê li ser sînor dijwar dibe bi fikar in. Xirîstiyanên ku di nava şer de dimînin diyar dikin ku naxwazin ji cih û warên xwe bibin û çanda wan tune bibe.

Xirîstiyanên Kuzeyr, bi sedan salane li navçeya Altinozu ku dikeve ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dijîn . Ji ber li ser sînorê Hatayê û Sûriyê şer geş dibe, xirîstiyanên ku sedan salan e li vir dijîn bi fikar in. Xirîstiyanên li vir dijîn wekî Xirîstiyanên Kuseyr tên nasîn. Bi sedan salan gelên li vê axê wekî kozmopolit di nava hev de dijîn.
Li vê herêma ser sînor 48 gund û 60 hezar mirov dijîn. Li Tirkiye herî zêde gelê Xirîstiyan li vir dijîn. Gundê Cneydo û Sarilar li ser girên bilind hatine avakirin. Li van gundan 3 hezar Hiristiyan dijîn. Pişti li Sûriye şerê navxweşî dest pê kir û êrîşên Tirkiye li dijî Sûriye dest pê kir, gelê xirîstiyan ên li vê herêmê dijîn ketin nava fikaran. Xirîstiyanên Kuseyr bi biryarin her çend şer dijwar bibe jî ax û warên xwe terk nekin. Xirîstiyanên ku bi çîrokên kal û pîrên xwe mezin bûne naxwazin ji çand, dîrok û axa xwe dûr bikevin. Welatiyê Xirîstiyan Îbrahim Bayrakçi diyar kir ku ew bi erebî di axivin û wekî xirîstiyanên ereb tên zanîn.

Bayrakçi, destnîşan kir ku ew der barê kok û dîroka xwe de agahiyek zelal û teqez nizanin û wiha got: "Di belge û lêkolînan de şopên Ermenî û Suryaniyan hene. Em di nava lêgerîna çandê de ne. Heta niha em negihiştine encamek dawî. Heta salên 1990'an em wekî Ortodoks ên Rûm dihatin nasîn. Lê îro ev hatiye guhertin. Dêra me ya heta salên 1990'an wekî Dêra Ortodoksû Rûm dihat binav kirin îro wekî Dêra Ortodoks a Tirk tê binav kirin. Em di qada bawerî û çandê de di nava lêgerînê de ne.

Der barê dapîr, bapîr û me de bîranînên me yên nivîskî hene. Em bîranînên xwe komî ser hev dikin û li ser xirîstiyanên Altinozlu ya Hatayê lêkolîn dikin. Ne ji bo nijadî, ji bo rengê baweriya li ser vê axê em di nava lêgerînê dene. Em dixwazin hemû reng û bawerî yên li ser vê axê bên parastin û em nebin qurbana şer. Ji ber vê yekê em naxwazin di şer de ji ser ax û warê xwe bar bikin û em naxwazin çand û baweriya meya heyî tune bibe."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN