DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 03'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

3 Cotmeh
09:00 2016

*Xirîstiyanên Kuseyr ên bi sedan salan li herêma Altinozu ya Hatayê dijîn, ji ber şerê li ser sînor dijwar dibe bi fikar in. Xirîstiyanên ku di nava şer de dimînin diyar dikin ku naxwazin ji cih û warên xwe bibin û çanda wan tune bibe.

* Endama YPS'JIN'ê Evzane Çalişir ku pergala dewletê qebûl nekir, got "Heta gelê me ne azad be, ev cîhan ji bo me tarî ye" û tev li refê azadiyê bû.
Dayika Evzane Çalişir Şukran Çalişir, diyar kir ku piştî keça wê xwe nas kir berê xwe da çiyê.

* Li Hatayê qaçakçîtiya teqemeniyên ji boriyên galvanîzkirî tê çêkirin, li gel di navbera Suriye û Tirkiye diwarekî 77 kîlometre hatiye çêkirin jî berdewam dike.

* Êzîdî yê 62 salî Saîd Îlyas piştî ku çeteyên DAİŞ’ê êrîşî Şengalê kir tevlî malbata xwe koçber bû û hat li kampa penaberên Êzîdî ya li Amedê bi cih bû, karê xwe yê ku ji 1993’an de dike li vir di hûndirê kon de berdewam dike.

* Wekîlê HDP'ê Muslum Dogan, têkildarî girtina televîzyon û radyoyên muxalif diyar kir ku hişmendiya darbeyê didome û xwest gel li televîzyon û radyoyên xwe xwedî derkevin.

* Hêzên dewletê yên ku heta niha taxa Sûrê ya Hasirliyê xera kir, niha jî xaniyên taxa Savaşê xera dikin. Xaniyên li taxa Savaşê li pêş çavên welatiyan tên xerakirin.

* Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, dest nîşan kir ku bi îlankirina OHAL’ê re pîvanên huqûqê hatine serobinkirin û pêkanînên niha xwe didin der ji yên Qanûna Bingehîn a derbeya 12’ê Îlonê jî wirdetir in û wiha nirxand, “Derbe bi ser ketiba dê heman tişt hatibana serê me'

* Welatiyên girtina televîzyon û radyoyan şermezar kirin, diyar kirin ku dê rastiyan ne ji çapemeniya îktîdarê ji çapemeniya azad fêr bibin.

* Heveroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Bahar Oktay, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj duqat zêde dibe û li kawişên 8 kesî 15 kes dimînin. Oktay, da zanîn ku zêdebûna binpêkirinên li girtîgehan rê li pêş îsyanan vedike.

* Doza Komkujiya Kerboranê ku JÎTEM'ê di sala 1995'an de 3 jê zarok 7 sivîl li Kerboranê qetilkirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bê dîtin. (10.00)

*Platforma Jinê ya 8'ê Adarê bi armanca piştgiriyê bide Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Ayşegul Kocaaslan ku daxuyanî da û der barê wê de lêpirsîn hat vekirin dê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)

* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê Ergin Aktaş û Sibel Çapraz dê bi tevlêbûna parêzeran li şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)

* Nobeta Azadiyê ku ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya Endamên Lijneya Şêwira Weşanê Necmiye Alpay û Asli Erdogan yên Rojnameya Ozgur Gundemê tê girtin, dê li ber Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê bidome. (16.00) BI DÎMEN E

POLİTİKA

* Rêxistina DBP'ê ya Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman dê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)

* Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, dê li Cemxaneya Batikent a Enqereyê beşdarî lokmeyê fitara rojiyê bibe. (19.00)

ÇAND Û HUNER

*Şanogeran girtina Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê şermezar kirin û destnîşan kirin ku huner tenê di nav çar dîwaran de nayê pêşxistin û hewce be dê hunera xwe li kuçeyan pêşkeş bikin.

ABORÎ

*Esnafên Sûka Kemeraltiyê diyar kirin ku ji er polîtîkayên şer ên AKP'ê îflas dikin û xwestin îktîdara AKP'ê demildest dev ji van polîtîkayan berdin.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN