Lîstîka 'Qayde û Îstîsna' rastî eleqeyek mezin hat
STENBOL (DÎHA) - Lîstîka bi navê 'Qayde û Îstîsna' ya derket pêşberî temaşevanan eleqeyeke mezin dît.
Teatre Jiyana Nû ya ku di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebatên xwe dimeşîne bi lîstîka Bertolt Brecht a bi navê 'Qayde û Îstîsna' duh êvarî li Navenda Gosteriya Suyê derket pêşberî temaşevanan. Lîstîka ku derhêneriya wê Ferhad Feqî kir,wergera wê jî ji aliyê Serkan Birûsk ve hat kirin. Di lîstikê de lîstikvanên bi navê Apo Tayboga, Cebar Alp, Sakîna Jîr, Rûgeş Kirici, Yasemîn Karadae ro girtin.
Lîstîka ku bi mijara bazirganî, têkiliya serdest û bîndestan derket pêşberî temaşevanan rastî eleqeyek mezin hat.
Lîstîkvanê şanoyê Cabbar Alp diyar kir ku lîstika wan têkiliya serdest û bindesta dide xuyakirin û wiha got: "Bazirgan hemû serdest û desthilatdarê cîhanê ye. Hemal jî temsîla hemû bindesta ye. Tû dikarî têde kurdan bibînî, hemû kesên bindest bibînî. Çewsandinên li ser ziman zêde dibin ji ber wê em dixwazin lîstikên xwe yên bi zimanê kurdî belav bikin."
(sde-nd/mb)