DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çete li Cereblusê bi hev ketin

2 Cotmeh
16:52 2016

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundewarên Cerablusê çeteyên girêdayî Tirkiyê bi hev ketin. Fermandarek û bi dehan çete hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), hat diyarkirin ku çavkaniyek ji herêmê ragihand ku li gundewarên Cerablusê, di navbera çeteyên Firqeya El-Hemze û çeteyên Firqey Isûd El-Şerqiye (yên girêdayî Tirkiyê) de, şer derket. Hate zanîn ku beriya van pevçûnan, çeteyên Firqeya El-Hemze yên Turkem li gundewarên Cerablusê (li gundekî ku piraniya şêniyên wê erebin) komkujiyek pêk anî. Çavkaniyê da zanîn ku Firqeya Isûd El-Şerqiye qebûl nekir ku wê komkujiyê pêk bîne, ji ber ku piraniya şêniyên gund ereb bûn. Çavkaniyê diyar kir ku ji ber vê sedemê, pevçûn di navbera herdû Firqeyan de, rû da û di encamê de Fermandarê çeteyên Firqeya Isûd El-Şerqiye Ebû Salih El-Şêtî û zêdetirî 10 çete, hatin kuştin.

Çavkaniyên 0Firqeya El-Hemze gev li Firqeya Isûd El-Şerqiye xwar ku eger radest nebin, dê noqteyên wan topbaran bikin. Fermandarê Firqeya Isûd El-Şerqiye Ebû Salih (35) ji bajarê Dêrezorê ye. Hemû çeteyên li gel wî ji Dêrezorê ne. Dema ku Tirkiyê Cerablus dagir kirin, ev çete derbasî herêmê kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN