DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kurkçu: Divê HDK xwe ji nûve bi rêxistin bike

 
2 Cotmeh
16:38 2016

ÎZMÎR (DîHA) - Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku tene hêza alternatif a li dijî diktatoriya Erdogan HDK ye û xwest HDK ji nûve xwe bi rexistin bike û muxalefeta civakê pêş bixe.

Koordînasyona Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmirê, bi şîara "Em ji bo pêşeroja xwe dibin yek û ji bo azadiya xwe di ber xwe didin" li TUM-TÎS'ê civîna gel pêk anîn. Hevberdevkên Giştî ya HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Ertugrul Kurkçu u gelek saziyên din jî tevli civînê bûn. Li salona civînê pankarta “Em ji bo pêşeroja xwe dibin yek, ji bo azadiya xwe di ber xwe didin" vekirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, di civînê de diyar kir ku tene hêza alternatif a li dijî diktatoriya Erdogan HDK ye û xwest HDK ji nûve xwe bi rexistin bike û muxalefeta civakê pêş bixe. Kurkçu, ani ziman ku ji roja HDK li Îzmirê hatiye avakirin û heta niha li Îzmirê tekoşîna azadiya kurd û têkoşîna çînî ya gelan bi hevre dimeşîne. Kurkçu, destnîşan kir ku heta niha HDK rastî zextên dijwar hatiye û wiha got: "Gelek xebatkarên me hatin girtin. Gelek rêxistinên me hatin belav kirin. Divê HDK ji nûve xwe bi rêxistin bike. Her wiha bi bo bibe bersiv divê muxalefeta xurt a civakê ava bike. Hêzên serdest ji bo faşizmê li ser piyan bihêlin bi her awayî êrîşan pêk tînin. Li dijî ked û azadiyê sermaye û nijadperestiyê dispêrin me. Piştî daxuyaniyê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN