Xebatên Radyo û televizyonên hat girtin dewam dike
STENBOL (DÎHA) – Xebatkarên televizyon û radyoyên di çarçoveya KHK’yan de hat girtin bê rawestîn karên xwe dikin. Xebatkarên ku her sibe diçin ser kar peyama berxwedanê dan.
Televizyona IMC ya di vê çarçoveyê de hat girtin û malpera înternetê hat astengkirin jî xebatê xwe didomîne. Edîtora Televizyonê Sevînç Akyazili diyar kir ku demokrasî pir dengî ye. Ewê jî bi hemû rengên civakê û bi gel xebatên rojnamegeriyê berdewam bikin.
‘Dê nekaribin Hayatin sesî bê deng bikin’
Televizyona Hayatin Sesi jî ji televizyonê hatiye astengkirine. Lê kedkarên televizyonê bê navber xebatên xwe berdewam dikin. Edîtorê Polîtîkayê yê televizyonê Cem Şîmşekê got ew tu carî destûrê nadin ku Hayatin Sesî bêdeng bikin û destnîşan kir ku ew bi peyamên piştgiriyê zêdetir bi hêz dibin û hemû hevalên wan bi kelecan karên xwe dimeşînin.
‘Dê nekaribin dengê elewiyan kêm bikin’
TV 10 ya li Stenbolê weşanê dike û weke televizyona ‘Dengê Elewiyan’ tê nasîn jî di çarçovaya KHK’yan de hat reş kirin. Lê xebatkar karên xwe bi biryardarî dimeşînin.
Ne tenê Televizyon radyoyan jî paya xwe ji KHK’yan girt û weşana gelek radyoyan hat rawestîn.
Radyo Ozgur di nobeta azadiyê de ye.
Xebatkarên Ozgur radyoya ku Malpera Webê hat astengkirin û bi girtinê re rû bi rû ye di ‘Nobeta Azadiyê’ de ne. Kedkar li hember zextan jîji bo nûçeyan ragihinîn di seatên serê sibê de li ser karên xwe cihê xwe digrin.
'Emê bi Stranên xwe berdewam bike’
Xebatkarên Radyo Yon ya 23 sal e weşangeriyê dike û weşana wê hat rawestîn jî di nobetê ne. Seroka Lijneya Rêveberiya Radyoyê Yuksel Mansur Kilinç destnîşan kir ku ji bo stranên wan û çanda wan pêşbikeve ev radyo avakirine û heta biryara girtinê bê betal kirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
(ks/mae)