Qetilkirina sewalan hat şermezarkirin
STENBOL (DÎHA) - Parazvanên mafên sewalan bal kîşandin li ser binpêkirina mafên sewalan û gotin ku her sal nêzî 150 mîlyar sewal bi sedema xureka mirovan tên qetilkirin.
Konfederasyona Mafên Jiyana Sewalan (HAYKONFED) û Lijneya Şopandina Mafên Sewalan (HAKÎM), bi armanca 4 Cotmehê Roja Sewalan a Cîhanê balê bikşînin li ser binpêkirina mafên sewalan li ber avahiya Zanîngeha Çapayê daxuyanî dan. Aligira Serokê HAYKONFED'ê Şebnem Aslan anî ziman ku mafê sewalan tê desteserkirin û got ku sewal di bin îşkenceyê de zorî jiyanê tê kirin. Aslan da zanîn li Tirkiyê sala 2015'an de 10 mîlyon sewal ji ber goştê hatiye qetilkirin.
Koordînatorê HAKÎM'ê Burak Ozguner jî anî ziman dewlet neçare ku mafê sewalan biparêze û wiha got: "Dive li makezagonê mafê sewalan bê zêde kirin. Dive zagona parastina sewalan ji nû ve bê nivîsandin." Piştî daxuyaniyê parazvanên mafê sewalan çelenga reş danîn ber deriyê zaningehê.
(ozp/mae)