Edaleta Yildirim girtina radyo û televîzyonan e
ENQERE (DÎHA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim tekîldarî operasyonên di bin navê derbeyê de axivî û îdea kir ku ew di çarçevoya hiquqê de tevdigerin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim di bernameya beşa ciwanan a AKP’ê de derbarê rexne û bertekên li hemberî operasyonên ku di bin navê derbeyê de li hemberî kesên muhalefet pêk tê axivî. Yildirim şaşitiyên AKP’ê li ser xwe girt û îdea kir ku ew di çarçevoya hiquqê de tevdigerin. Yildirim got ew ne bi tolhildanê bi edaletê tevdigerin û ew tişt got: “Dibe ku kêmasî û şaşitî bibe. Lê tiştên ku hewcehî pê hebe jî em ê pêk bînin. Ne bi tolhildanê bi hiquqê tevdigerin.”
Yildirim li ser îdeayên hewldana derbeyê ya dûyem jî ew nirxandin kir: “Ev gote gote yên FETO’yê ne. Dixwazin di nava civakê de tirsê biafrênin û aramiya nava gel de xira bikin. Em şev û roj ji her tiştê re amade ne.”
(ozp/mae)