Mala Gel hat girtin, lê perwerdehî li baxçe didome
ÊLIH (DÎHA) - Îktîdara AKP'ê piştî li Êlihê qeyûm tayînî şaredariya Êlihê kir, Mala Gel a Musa Anter jî mohr kirin. Piştî Mala Gel a Musa Anter a perwerdehiyê hat mohrkirin, kursiyerên Mala Gel a Musa Anter li baxçe dest bi perwerdehiya xwe kirin û li vir xebatên xwe berdewam dikin.
Wezîrê Karên Hundir di 11'ê Îlonê de qeyûm tayînî 25 şaredariyên DBP'î kir. Piştî qeyûm tayînî şaredariya DBP'ê ya Êlihê hat kirin, 4 malên gel ên li Êlihê jî hatin girtin û deriyê wan hatin muhirkirin. Dersxaneyên mala gel jî hatin girtin. Mala Gel a Musa Anter piştî hat mohrkirin, şagirtên mala gel li baxçeyê Mala Gel a Musa Anter perwerdehiyên xwe berdewam dikin. Koma folklorê ya ji 17 kesan, koma erbanê ya ji 14 kesan, koma tembûrê ya ji 10 kesan û koma gîdarê ya ji 14 kesan pêk tê xebat û qursên xwe yên çand û hunerê li baxçeyê Mala Gel a Musa Anter berdewam dikin.
Kursiyerên Mala Gel ên kargeriyên Erbane, gitar, folklor û tembûrê li baxçe xebaten xwe dimeşînin û eleqeya welatiyên derdorê dikişînin ser xwe. Şagir û kursiyerên ku li baxçe xebatên xwe dimeşînin dîmenên rengîn ava kirin.
Qeydên kusên şano jî piştî tayînkirina qeyûmê ya Midûrê Şanoya Bajar mehat destpêkirin. Hîndekar û kursiyer dê xebatên xwe yên perwerdehiyê heta Mala Gel vebe li derve bidomînin.
(mae)