HPG'ê maşîna zirxî îmha kir
COLEMÊRG (DÎHA) – Şervanên HPG'ê li navçeya Geverê bi roketan êrîş pêk anîn û di êrîşê de maşîneyek zirxî îmha kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê şevê din li nêzî taxa Cumhuriyetê du teqîn pêk hatin. Hat zanîn ku li dijî maşîneyê zirxî yên polîsan êrîşa bi roket pêk hatiye. Piştî êrîşê maşîneyê zirxî îmha bû. Maşîna zirxî ji navenda sûkên birin miduriyeta polîsan a Geverê. Derbarê mirî û birîndaran de agahiyek zelal nehat zanîn.
(gka/mae)