DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Saziyên Amedê girtina radyo û televîzyonan şermezar kir

 
2 Cotmeh
13:00 2016

AMED (DÎHA) - Akademiya Ehmedê Xanî, KURDÎ-DER û Enstîuya Kurdî ya Amedê girtina radyo û televîzyonên bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Akademiya Ehmedê Xanî, KURDÎ-DER û Enstîuya Kurdî yên Amedê biryara KHK'ê ya girtina 23 radyo û televîzyonan şermezar kir. Nûner û rêveberên saziyan li avahiya Akademiya Ehmedê Xanî kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevserokê Akademiya Ehmedê Xanî Sabahattîn Gultekîn daxuyanî xwend. Gultekîn diyar kir ku di 15’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê hewldana derbeyekê pêk hat û wiha got: “Piştî hewldana darbeyê îkdîdara AKP'ê li ser navê têkoşîna li dijî darbeyê li dijî sazî û rêxistinên muxalîf dest bi darbeyek din kirin. Li dijî hemû nirxên gelê kurd dest bi êrîşan kirin. Zaravaya kirmanckî ji aliye UNESCO ve wekî ziman û zaravaya ku li ber tunebûnêye tê qebûlkirin û mîrateyeka mirovahiyê ku bê parastin tê dîtin. Jiyan TV bi zaravayê kirmanckî weşanê dikir. Zarok TV jî bi ziman û zaravayên Kurdî weşana xêzefîlman dikir. Heman xêzefîlm di gelek tv yên Tirkiyeyê de bi Tirkî jî tên weşandin. Ji ber bi zimanê kurdî tên weşandin hatin qedexekirin. Hayatın Sesî TV di derbarê çand û baweriya Elewiyan de weşanê dike.”

Gultekîn destnîşan kir ku ji ber zarok tv projeya asîmîlasyonê ya dewletê têk bir rê li pêş weşanê girt û wiha dawî li daxuyanîyê anî: "Plana Îtîhat Terakî îro bi destê AKP tê meşandin. Em wekî saziyên parastin, perwerde û pêşvebirina zimanê Kurdî vê helwesta asîmîlasyonîst şermezar dikin û em bang li hemû gelê Kurd dikin ku li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.”

(rd-bo/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN