DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê HPG'yî Abo li Wanê sipartin axê

 
2 Cotmeh
12:33 2016

WAN (DÎHA) - Cenazeyê şervanê HPG'yî Feyzî Abo (Canfeda Zanyar) ku li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi girseyî hat definkirin.

Malbata şervanê HPG'yî Feyzî Abo ( Canfeda Zanyar) ku di şerê 19 îlonê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, bi girseyek mezin cenaze ji morga Akkopru ya Wanê wergirtin. Malbatê piştî cenaze wergirt, birin Goristana Yenî ya Rêya Armûşê. Di merasima cenaze de Endamên MEYA-DER, Hevserokên HDP navçeya Rêya Armûşê, rêveberên HDP û DBP, dayîkên aşitî û gelek welatî amade bûn. Cenaze bi dûruşmeyên "Şehîd Namirin" û tîlîlîyan hat defin kirin. Rêveberê MEYA-DER Salîh Kaplan, diyar kir ku şerê di qewime li dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Pêwiste em li dijî van kiryarên şer derbikevin. Ev şere ku bi mehane berdewam dike dijminê hemû nirxên mirovahiyê ye. Şer bi mehane didome. Di şer de me gelek Canfede sipartin axê. Gerek em lî cangoriyên xwe xwedî derkevin."

Birayê Abo, Medenî Abo jî axivî û got: "Di destpêkê de serê hemû gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Şehîd Canfeda li Şirnexê bi qehremanî şer kir û şehîd ket. Dema ku birayê min di girtigehê de bû ji bo min nameyek şand û nameyê de helbesta 'Pêşve diçim em, me bingeh danî bi pêlên xwînê em diçin banê heya ku em rizgar bibin em ê tekoşîna xwe berdewam bikin' nivîsandibû. Dîsan serê hemû gelê Kurd sax be."

Girsê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û tîlîlîyan heta mala şînê ya taxa Seyît Fehîm Avrasî meşiyan.

(era-oz/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN