Leşker li gundên Hênê û Pîranê derketin operasyonê
AMED (DÎHA) - Walîtiya Amedê li 10 gundên navbera Pîran û Henê "Qedexeya derketina derve" îlan kir. Piştî qedexeyê leşker derketin operasyonê.
Walitiya Amedê li 10 gunden navbera Hênê û Pîranê "Qedexeya Derketina derve" îlan kir. Walîtiya Amedê 2 roj berê li 13 gundên sêgoşeya Licê Karaz û Henê "Qedexeya derketina derve" îlan kiribû. Piştî qedexeya 13 gundan rakir, niha jî li 10 gundên navbera Pîran û Henê "Qedexeya derketina derve" îlan kir. Walîtiyê li gundên Pîrojma, Ersek, Gozel, Kelkom, Zixir, Şalurî, Wûrî, Kufarb yên Pîranê û gundên Nêrîba Cûlaga û Neriba Axo yên Hênê ji saet 05:00'ê 2'ê Cotmehê heta fermandek din qedexe hatiye îlankirin. Piştî qedexe hat îlankirin li herêmê liv û tevgera leşkeran dest pê kir. Hat zanîn ku bê navber leşker sewqî herêmê tên kirin. Hat zanîn ku leşkeran bi ser gelek gundan de girt û li gundan lêgerînê dikin. Li gundên Xuferb, Arsek, Cilbenî, Tonegrag, Dizdeynî, Herîdan, Pîrejman û Behro tîmên taybet bi cih bûne. Tevgera leşkeran a hewayî û bejayî didome.
(mae)