DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cerdevan nobeta qeyûmê digirin

 
2 Cotmeh
11:29 2016

AGÎRÎ (DÎHA) - Li navçeya Giyadîn a Agirî ku qemûm tayînî şaredariyê kirin, Endamê Meclîsa Bajar ê AKP'î Salih Yaşar wekî cîgirê qeyûm hat tayînkirin. Cerdevanan jî li ber şaredariyê nobeta qeyûmê digirin.

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di 11'ê Îlonê de qeyûm tayînî şaredariya Giyadînê kiribûn. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin û şûnde cerdevan, leşker û polîs li ber avahiya şaredariyê nobetê digirin. Alên Tirkiye û posterên Ataturk bi cam û diwarên avahiya şaredariyê de hatine daliqandin û bi tevahî avahiya şaredariyê hatiye dagirkirin. Şaredariya ku berê deriyê wê li gel vekirî bû êdî welatî nikarin biçin şaredariyê. 24 saetan maşîneyên zirxî yên polîsan li ber avahiyê nobetê digirin û rêyên diçin şaredariyê bi barîkatan hatine girtin.

Li aliyê din piştî qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, niha jî Endamê Meclîsa bajar ê AKP'î Salih Yaşar jî wekî Cîgirê Şaredarê Giyadînê hat tayînkirin. Yaşar, her serê sibê bi maşîna zirxî tê avahiya şaredariyê û êvaran jî dîsa bi maşîna zirxî ji şaredariyê diçe mala xwe. Welatiyên diçin cem Yaşar jî di kontrola GBT'e re derbas dibin.


Welatî li hemberî vê yekê bi bertek in.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN