DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qedexeyek rabû qedexeyek din dest pê kir

2 Cotmeh
10:28 2016

AMED (DîHA) - "Qedexeya derketina derve" ya li 13 gundên sêgoşeya Licê Karaz û Henê rabû, lê niha li 10 gundên navbera Pîran û Henê "Qedexeya derketina derve" hat îlankirin.

Qedexeyên li gund û taxên kurdistanê bê navber didomin. Walitiya Amedê li 10 gunden navbera Hênê û Pîranê "Qedexeya Derketina derve" îlan kir. Walîtiya Amedê 2 roj berê li 13 gundên sêgoşeya Licê Karaz û Henê "Qedexeya derketina derve" îlan kiribû. Piştî qedexeya 13 gundan rakir, niha jî li 10 gundên navbera Pîran û Henê "Qedexeya derketina derve" îlan kir. Hat zanîn ku li gundên Pîrojma (Kurşunlu), Ersek (Gelincik), Gozel (Bogazköy), Kelkom (Kelekçi), Zixir (Değirmenli), Şalurî (Başkoy), Wûrî (Uluçeşme), Kufarb (Baltacı) yên Pîranê û gundên Nêrîba Cûlaga (Abacılar) û Neriba Axo (Kuyular) ji saet 05:00'ê 2'ê Cotmehê heta fermandek din qedexe hatiye îlankirin û dê li van gundan operasyon pêk bê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN