Li gel hilweşandinê dizî jî berdewam dike!
ŞIRNEX (DÎHA) - Li gel hilweşandina Şirnexê derket holê ku şîrketên hilweşandinê pêk tînin diziya gel dikin, alavên didizin dibin bajar û navçeyên derdorê difiroşin.
Li Şirnexê qedexeya derketina derve di meha 7'an de berdewam dike. Hilweşandina bajêr ku ewil bi tang û topan pêk hatî niha jî bi kepçeyan berdewam dike. Ji destpêka qedexeyê pêde cerdevan û hêzên dewletê alavên gel didizîn û difirotin. Li taxên Dîcle, Gazîpaşa, Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Yeşîlyûrt, Yenî û Cumhuriyetê hilweşandina avahiyên gel ên ku sexlem bê navber berdewam dike.
Hewl didin diziya xwe ji gel veşêrin
Xurde û hêsinê ku ji avahiyan derdikeve jî ji aliyê şîrketên ku hilweşandinê pêk tînin ve li qadekê tê komkirin û piştre li wesayîtên heman şîrketan tên barkirin. Ji bo ku ev şîrket diziya ku dikin ji gel veşêre danê êvarê kamyonên barkirî ji bajêr dertêxin û hêsinê ku dizîne dibin Edeneyê.
Alavên malên sexlem didizin
Kesên ku di van şîrketan de dixebin li gel diziya hêsin û xurde diziya alavên malên sexlem dikin. Alavên malê yên ku ji aliyê van kesan ve tên dizîn li bajarên cuda tên firotin.
Malên taxa bê pevçûn jî hatine topbarankirin û şewitandin
Li taxa Gundogdu ku qet pevçûn lê pêk nehatiye gelek avahiyan para xwe ji topbarana hêzên dewletê wergirtiye. Her çiqas li vê taxê gelek welatiyan malên xwe bernedabin jî avahiyên welatiyên ku bi zorê koçber bûne hatine hilweşandin û hêzên dewletê ev mal dane ber topan. Hêzên dewletê bi vê yekê jî ranewestiyane û gelek malên li taxa Gundogdu dane ber agir.
(kom/no)