DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qirnek li pêyî xwe hişt, lê hîn jî li ser piya ye

 
2 Cotmeh
09:20 2016

WAN(DÎHA) – Kalê Cemîl, li gel 105 sal temenê xwe, hîn jî li ser piya ye, hemû karê xwe bi xwe dike û bi vî awayî bala her kesî dikişîne ser xwe.

Li gundê Nanika yê navçeya Payîzavaya Wanê, Cemîl Alaşê 105 salî, qirnek li pêyî xwe hişt lê hîn jî li ser piya ye. Kalê Cemîl ê ku li gel 105 sal temenê xwe hîn jî li ser piya ye, hemû karên xwe bi xwe dike. Alaş dibêje sedema vê zîndebûyîna min ew e ku, tim digerim û dilivim.

‘Heta nehewce be naçim nexweşxaneyê’

Li gel temenê xwe yî zêde jî rewşa wî ya tenduristiyî bisihet e û bi henek û laqirdiyên xwe ji aliyê kesên hawirdorê ve tê hezkirin. Alaş diyar dike ku vê rewş wî ya tenduristiyane, bi saya xebata zêde, jiyaneke xwezayî û şa ye. Alaş dibeje, heta hewcetî û lezgîniyek xwe nede der ew naçe nexweşxaneyê û her wiha dibêje, ji bilî nexweşiyên biçûk yên ku ji ber extiyariyê xwe didin der, tu nexweşîneke wî ya giran tune ye.

Di 105 saliya xwe de jî giya berhev dike

Alaş ê ku bavê 9 zaroka ye, diyar dike ku ew hejmara neviyên xwe nizane. Li gund baxçeyekî wî yê biçûk û erdê wî heye û dema Alaş li nêv erdê xwe giya berhev dikir, em rastî wî hatin. Alaş bi henekî wiha dibêje, “Dibe ku ez 105 salî bim, lê ez ciwanên weke we, dikarim ji bêrîka xwe derxînim” û wiha didomîne: “Ez giha jê dikim û berhev dikim. Xaniyekî ku em nû çêdikin heye, ez di çêkirina wî de alîkariyê dikim.”

‘Li cihê ku jiyana xwezayî hebe, li wir jiyan jî heye’

Herî dawî Alaş jiyana xwezayî dest nîşan dike û diyar dike ku li cihê ku hewa û av lê xweş be, li wê derê jiyan jî temendirêj e û wiha didomîne: “Li cihên jiyana xwezayî lê hebe, nexweşîn tune ne. Jiyaneke temendirêj heye. Ez hatime vî emrî, lê hîn nexweşîneke giran li min peyda nebûye. Ez xwe bi sihet û zînde hîs dikim. Niha dema mirov dibe 60 salî, êdî nikarin bimeşin. Ev hemû ji ber xwarin û vexwarineke ne bi sihet û hewaya qirêj e. Niha belkî pir zehmet be, lê divê mirov heta ji dest bê berê xwe bide jiyana xwezayî.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN