Qeyûmê girt, qursiyer li baxçe perwerdehiya xwe didmînin
ÊLIH (DÎHA) – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bû, Mala Gel a Apê Mûsa jî hat girtin. Qursiyerên Mala Gel, li gel girtinê jî li baxçe perwerdehiya xwe didomînin.
Di sala 2007’an de ji aliyê Gerînendetiya Çandê ya Şaredariya Êlihê ve 4 malên gel ên ku hatibûn vekirin û li van malan ji 7’an heta 70’ê saliyan bo hemû êlihiya dersên çandeyî dihat dayîn, çend roj berê ji aliyê Ertûg Şevketê qeyûmî ve, bi hinceta “tadîlat heye” hatibûn girtin. Yek ji van malên gel jî, li Taxa Yavûz Selîmê Mala Gel a Mûsa Anter bû. Piştî ji aliyê qeyûmî ve ev mal hat girtin, qursiyerên malê li baxçeyê Mala Gel perwerdehiya xwe yî erbaneyê didomînin. Perwerdekara erbaneyê Mîzgîn Polat diyar kir ku ew dê ji niha û pê ve perwerdehiya xwe yî erbaneyê li baxçeyê Mala Gel bidomînin û got, huner bes di nava çar dîwaran de nayê îcrakirin.
Girtin, êrîşa li dijî hunerê ye
Mîzgîn Polat da zanîn ku ew saleke li Mala Gel a Mûsa Anter dersên erbaneyê dide û got, qeyûmê ku hat tayînkirin malên gel û şanoya bajêr girtiye. Polat dest nîşan kir ku biryarên qeyûmî yên girtinê ji hêla wan ve bes bi awayekî cihwariyî ye, lê ev girtin êrîşa li dijî hunerê ye û got, malên gel ên hatin girtin cihwarên ku mirov fêrî tiştan dibûn û civakîbûyînê zêde dikirin.
‘Ji ber huner bi pêşengiya jinê pêş ket dewlet êrîş kir’
Polat dest nîşan kir ku li Mala Gel a Mûsa Anter 14 qursiyerên wê hebûne û piraniya wan jin in û anî ziman ku di fêrbûna civakiyî de huner yek ji wan qadên pêşeng e û ev girtin jî hinekî ji bo astengkirina vê ye. Polat wiha got, “Li dijî vê girtinê, em ê îcrakirina hunera xwe bidomînin. Ji niha û pê ve jî em ê dersên xwe li baxçeyên malên gel bidin.”
‘Huner bes ne di nav 4 dîwaran de ye’
Polat anî ziman ku, qursiyerên wê jî daxwaz kirine ku ew li baxçeyê mala gel dersê xwe bibînin û wiha axivî: “Em ê jî li gor vê tevbigerin û em ê nîşanî her kesî bidin ku îcrakirina hunerê bes ne li nav 4 dîwara ye. Dewlet dibêje qey malên gel bên girtin, dê hemû faaliyetên hunerî rawestin. Em jî dibêjin, gel li kuderê be malên gel li ew der in.”
‘Dê xebatên me bidomin’
Ji qursiyeran Nûrhan Zeyrek dest nîşan kir ku ew 3 meh e diçe qursa erbaneyê û di nav vî 3 mehî de ew gelek tişt fêr bûye û got, ew li ber biryara girtinê ketine, lê belê ji ber dê xebatên wan bidomin ew kêfxweş e. Zeyrek wiha got, “Ji bo me ha li hundir, ha li derve ferq nake. Mala Gel a gel e. Kes nikare bigire. Heke bê girtin jî, em ê li her derî xebatên xwe bidomînin.”
‘Ez ê qursa xwe bidomînim’
Ji qursiyeran Mizgîn Aslan jî wiha axivî: “Qeyûm hat, qursa me jî hat girtin. Lê em ê dev jê bernedin. Em li baxçeyê mala gel dersên xwe dibînin. Ez dixwazim hînî erbaneyê bibim, ji ber vê ez ê qursa xwe bidomînim.”
(red)