DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xelîl weneyên rûken li pey xwe hiştin..

 
2 Cotmeh
09:16 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Endamê YPS'ê Xelîl Yilmaz bi îlankirina rêveberiyên cewherî re ji Nisêbîna Rengîn berê xwe da Şirnexê an go Cûdiyê Mirada û li pey xwe wêneyên devliken ên ku alên kesk û sor û zer di dest hiştin.

Malbata Yilmaz wekî gelek Kurdistaniyan salên 90'î para xwe ji zilma dewleta tirk wergirt û sala 1993'an ji Kercewsa Êlihê koçber dibe. Her çiqas malbatê nexwestibe ji xaka xwe veqete jî ji zilm û zordariya dewletê neçar dibin û koçî Nisêbîna Mêrdînê dibin. Nêsêbîna Rengîn weke sedan malbatên ku ji gund û navçeyên derdorê koç dibin himbêza xwe ji malbata Yilmaz re jî vedike. Mehdî Yilmaz bi salan di înşata de dixebite û avahiyekê li taxa Firatê ya ku niha li pey têlên dewletê raçandine maye ava dike. Piştî ku xaniyê malbata Yilmaz di êrîşên 14'ê adarê de zerarê dibîne derbasî taxa Devrîm dibin û jiyana xwe li vir berdewam dikin.

Xelîl di salên koçberiyê de çavê xwe li cîhanê vedike

Xelîl Yilmaz an go bi navê li Şirnexê tê naskirin Îslam Nisêbîn di van salên koçberiyê de çavê xwe li cîhanê vedike. Xelîlê ku sala 1996'an de ji dayîk bûyî zarokê malê yê herî mezin e û bêyî ku haya wî jê hebe berpirsyariya malbatê dikeve ser milê wî. Xelîlê ku kêmek berpirsyariya malê ketî ser milê wî piştî ku dibistana seretayî xelas dike dev ji xwedina pergalê berdide û li cem bavê xwe dest bi kar dike. Bi vê yekê re çawa ku Xelîl demek zû têkoşîna Kurdistanê nas dike wisa dest bi nasîna têkoşîna kedê jî dike.

Bi îlankirina rêveberiyên cewherî berê xwe da berxwedanê

Piştî ku li gelek bajarên Kurdistanê rêveberiyên cewherî tên îlankrin nêrînên Xelîl yên li hember jiyanê tên guhertin. Piştî rewşa ku bi hilbijartinên 7'ê hezîranê hat guhertin Xelîl berê xwe dide sefên berxwedanê. Bi avakirina bendên li kolanên Şirnexê re Xelîl cihê xwe li vir digire û di nava YPS'ê de nasnavê Îslam Nisêbîn li xwe dike. Xelîlê ku bi aramiya xwe tê nasîn çawa ku li kolanên Nisêbînê dihat heskirin demek kurt de li kolanên berxwedanê yên Şirnexê jî hat heskirin.

Bav Mehdî Aslan diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê wan agahî ji Xelîl wernegirtiye û wiha axivî: "Piştî hilbijartinan me agahî jê ne wergirt û me serî li gelek nexweşxaneyan da. Piştî cara 3'emîn me serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de encamên DNA'ya me ji hev girtin û me zanî ku lawê me jiyana xwe ji dest daye. Hêzên dewletê cenazeyê Xelîl li bajaroka Gundikê Melê defin kiribûn û me cenazeyê xwe ji wir wergirt."

Yilmaz bi lêv kir ku yên hatine qetilkirin hemû ciwan in û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Van zarokan êrîşî axa tu kesê nekiriye. Êrîşî can û namûsa tu kesê nekiriye. Yên hatine qetilkirin hemû ciwan in, hemû hêj di temenê xwe yê ciwantiyê de ne."

'Ev lîstik dê li ser gelê tirk jî werin lîstin'

Yilmaz gotinên ermeniyan, "Ger em taştê bin hûn jî şîv in" bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ermeniyan wiha bang li gelê kurd dikir. Niha ez jî bang li gelê tirk dikim û dibêjim ger em taştê bin hûn jî şîv in. Îro gelê kurd tê qetilkirin, tê koçberkirin. Lê sibe ev lîstik dê li ser we jî werin lîstin."

'Bila êdî xwîn nerije'

Yilmaz li ser hemû êşên jiyayî jî gotina aştiyê ji zarê xwe dernaxe û axaftina xwe wiha domand: "Ez 47 salî me. Ev du car e ez xanî çêdikim û tê hilweşandin. Min lawê xwe winda kir. Lê li ser hemû tiştên ku min jiyayî cardin dibêjim aştî, aştî, aştî. Bila êdî xwîn nerije."

'Bila ji Xwedê bipirsa çima hemû mirov yek gel neafirandiye'

Yilmaz da zanîn ku dema Xwedê bixwaze dikare hemû mirovan ji gelekî biafirîne û wiha pêde çû: "Serokomarê tirk di her axaftina xwe de dibêje, 'yek al, yek gel' Ger wiha bibe, bila ji Xwedê bipirse ka çima hemû mirov tirk neafirandine. Xwedê em kurd afirandine û Xwedê heqê me ji tu kesê re nehêle."

Yilmaz herî dawî bang li gelê kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heya tifaq pêk neyê û yekitî neyê avakirin dê ev qetlîam berdewam bikin."

'Hewl didin bi wêneyên Xelîl hesreta xwe sivik bikin'

Gotin di zimanê dayîk û xwîkên Xelîl ên biçûk de nemane. Wêneyê Xelîl di destê wan de û bi wî awayî hewl didin bikevin pêşiya hesreta Xelîlê dilê xwe.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN