Ji Gazînoya Leşkerî, veguherî Girtîgeha Leşkerî
WAN (DÎHA)- Li Artemêtê, li hêleke Gazînoya Leşkerî ya li peravên Gola Wanê ye, dîwarên betonî yên bilindahiya wan zêdeyî 5 metreyî ye hatin lêkirin û her wiha li ser dîwaran jî bi qasî 2 metreyen têlên rêsayî hatin bicihkirin.
Li navçeya navendî Artemêta Wanê, Gazînoya Leşkerî ya li peravên Gola Wanê ye hema bêje veguheriye girtîgehê û her wiha leşkerên lê jî, her roj bi diltirsî têde dijîn. Hêla gazînoyê ya li golê dinihêre bi blokên betonî, bi têlên rêsayî yên bilindahiya wan zêdeyî 3 metreyî û torbeyên qûmê hatiye girtin. Hêla wê yî li Rêya Amed-Wanê dinihê re jî, ku berê bi dîwarên betonî yên bilindahiya wan metre û nîv bû hatibû girtin, lê niha li ser van dîwaran, dîwarên betonî yên bilindahiya wan zêdeyî 5 metreyan hatine bicihkirin û her wiha li ser van dîwara jî têlên rêsayî yên bilindahiya wan bi qasî 2 metreyan hatine bicihkirin.
Leşker diqilqilin!
Her wiha gazînoya ku Qanûna Peravî dagirkiriye, leşkerên tê de dimînin jî ji her halê wan diyar e ku her kêliyê diqilqilin. Leşkerên ku 24 saetan li gazînoya ku bi giştî 10 donim e û hawirdora wê bi blokên betonî hatiye girtin derbas dikin, bes di dema nobetan de di pencereyên biçûk ên di blokên betonî de hatine çêkirin dikarin derve bibînin.
(red)