DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zarokê ji Kobaniyê: Bila Zarok TV’yê vekin

 
2 Cotmeh
09:09 2016

AMED (DÎHA) - Welatiyên Amedê li dijî girtina û rawestandina weşana 11 radyo û 12 televîzyonana bertekên tund nîşan dan. Zarokê 12 salî yê ji Kobaniyê jî xwest demildest Zarok TV bê vekirin.

Îktîdara AKP'ê di çarçoveya zagona Biryara di Hikmû de Qanûnê de (KHK), di 28'ê îlonê de weşana 11 radyo û 12 televîzyonan kurmancî, dimilkî û muxalîf da rawestandin û girtin. Amedî li dijî van pêkûtiyan bertek û nerazîbûnên tund nîşan dan.

‘Dixwazin gelê kurd ji hev qut bikin’

Welatiyê bi navê Mehmet Şah Toprak ê 62 salî diyar kir ku piştî darbeyê û operasyonan arasteyî Cemaeta Gulenî pêk hatin, di heman demê de ew operasyon li ser kurdan bûn û wiha got: “Zarokên me ne ‘terorîst in’ ku televizyona wan Zarok TV’yê digirin. Tenê ne li ser televizyonên kurdî, li dijî hemû kurdan qedexe hene. Dixwazin gelê kurd ji hev qût bikin. Li aliyekî mamosteyan ji kar dûr dixe, ji aliyekî ve jî rew?enbîran ji kar derdixînin. Û yên ku aşitiyê dixwazin jî hedef tên girtin. Ev êrîş nayên qebûlkirin.”

‘Gotina Erdoganî û girtina TV’yan heman tişt e’

Toprak dest nîşan kir ku zarokên wan bi temaşekirina Zarok TV’yê pênase dikirin û got: “Rast e, demekê Erdoganî digot ‘zarok be jî, jin be jî çi hewce divê bê kirin.’ Cihanê li van gotinan temaşe dikir. Gotina Erdoganî ji bo qetilkirina zarokan û girtina televîzyona zarokan heman tişt e.”

Zarokê ji Kobaniyê: Zarok TV’yê vekin

Zarokê 12 salî yê bi navê Ehmed Mihemed ê ji Kobaniyê jî dest nîşan kir ku ew beriya salekê ji Kobanê hatiye Amedê û wiha got: “Bila cardin Zarok TV’yê vekin. Em ji xwe re lê temaşe bikin. Ez qet ji zimanê tirkî û fîlmê bi zimanê tirkî fêm nakim.”

‘Dewlet dixwaze zilma xwe veşêre’

Ciwanê bi navê Murat Gul jî diyar kir ku mebesta dewletê bi girtina televziyonan zilm e û tepisandina civakê ye û wiha axivî: “Girtina televizyonan dide zanîn ku dewlet dixwaze pêşiyê li rastiyan bigire. Civaka kurdan hîn bêhtir ji ciwanan pêk tê. Ji ber vê yekê jî ciwan ji zimanên xwe hatine dûrxistin. Niha van televizyonan digirin û bi vê yeke pêşî li pêşxistina ziman jî tê girtin. Asîmîlasyon bi vê yeke tê xurtkirin. Divê mirov xwe bi rêxistin bike. Ji niha şûn ve çi ji deste me bê em ê bikin û her tim bi pêş bikevin.”

‘Zarok TV xemla mala me bû’

Jina ciwan a bi navê Pelîn Altundag jî da zanîn ku zarokên wan li ber Zarok TV’yê mezin dibin û ev tişt gotin: “Em ji televîzyonên tirkî bêtir li yên kurdî û Zarok TV temaşe dikin. Zarokên me hem fêrî zimanê dayika xwe dibin û hem jî ji bo her mijarê Zarok TV bo wan cihê pêşxistinê ye. Ji bo ziman û televîzyonan çi ji destê me bê em ê bikin. Dibe ku ev televizyonên me bên girtin, lê lazim e alternatîfên me yên nû hebin. Ji bo girtina televizyonan, tê wateya windakirina zimanê me.”

(ua-rd/bg/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN