DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Keda wan wek temenê wan mezin e!

 
2 Cotmeh
09:07 2016

ÛGÛR AKGUL

AMED (DÎHA) – Zarokên temênên wan di navbeyna 10-17’an de, li gel dayik, xwişk, bira û xizmên xwe, ji dêvla di dest wan de pênûs û lênûsk hebin, li nêv zeviyan bi kedeke mezin dixebitin.

Li quntarên Çiyayê Qerejdaxê, çandiniya salê dest pê kir. Li gelek deveran zevî hatin çinîn û li gelek deveran jî karker û amrazên cotkariyê hîn jî li nêv zeviyan dixebitin. Li ser rêya Wêranşara Rihayê, li nêzî gundê Şukurluyê yê Çinara Amedê gelek mirov li nêv zeviyan dixuyên. Beriya her tiştî ev dîmen, dîmena kar û kedê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê radixe ber çavan. Li nêv zeviyên ku pîvazên hişk lê hatine çandin, di nav 35 kesên li nav vî zeviyî dixebitin 10 jê zarok in. Her yek ji wan bi mebestekê hatine nêv zeviyan û dixebitin.

Karkerê 13 salî ji neçarî dixebite

Zarokê bi navê Umît Oktem ê 13 salî, anî ziman ku ew rojê herî kêm 8 saetan dixebite û wiha got, “Em li ber vê germa rojê dixebitin. Rojê boyî 35 lîre yî. Ji neçarî dixebitim. Birayê min niha şivantiyê dike û em bi vî awayî debara xwe dikin.”

Karkera biçûk Pinarê

Keçika biçûk a 12 salî, Pinar Erol, jî da zanîn ku, ew ji bo alîkariya dê û bavên xwe bike dixebite û wiha axivî: “Li vir ez pir diwestim. Ji bo pêdivî, hewcedariyên xwe yên dibistanê ez dixebitim.”

Ji bo xwişka xwe dixebite

Jina ciwan a bi navê Zehra Tekîn jî dest nîşan kir ku, ji ber nikarin debara xwe bikin ew dixebite. Tekîn da zanîn ku, ew tevlî xwişk û birayên xwe dixebite û wiha domand: “Karê me nexweş derbas dibe. Meqesên ku em bi wan dixebitin, destên me zêde diêşînin. Lê ji ber ku di destên me de lepik heye, destên me birîn nabe. Ji sibehê heta êvarî di bin tavê de em li ser erd in.” Her wiha Tekîn da zanîn ku, ji bo ew heqê serwîsa xwişka xwe bide, ew çinîna pîvazan dike.

Ji bo zarokên xwe dixebite

Li nêv erd , dayikeke ku zarokê wê yê biçûk li gel wê ye, balê dikşîne ser xwe. Her ku dayik gavekê diavêje, zarokê xwe yî 2 salî jî bi xwe re dilivîne. Dayika 40 salî Cemîle Çapan, anî ziman ku ji ber pêdivî heye ew dixebite û got, ji ber cihekî ku zarokê xwe lê deyne tune ye, wê bi xwe re tîne ser erd. Çapan da zanîn ku kurê wê li ber rojê nerihet dibe û wiha axivî: “Em nikarin debara xwe bi vî karî bikin. Ez saet di 7’ê sibehê de têm heta 5’ên êvarî li vir dixebitim. 6 zarokên min hene û hin ji wan li dibistanê û hin ji wan jî li malê ne. Ez ji neçarî dixebitim û zarokên min jî niha bi tena serê xwe ne. Tiştek wer serê wan de ka ez ê çi bikim.”

(bg/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN