Ji kampa AFAD’ê bo El Nûsrayê teqwiyeya zarokan!
AHMET KANBAL
HATAY (DÎHA) – Li Altinozuyê, tê diyarkirin ku bi pereyan bo komên selefî yên li Sûriyeyê komeke ji 7 kesan pêk tê, li gel 3 zarokan li Kampa AFAD’ê ya Serokwezîrtiyê ya Altinozuyê, bo bi rêxistinên selefî re şer bikin kesên gihaştî jî dişînin şer.
Li Sûriyeyê bi destpêkirina şer re, gelek welatiyên neçar man xaka xwe biterikînin herî zêde li Altinozuya Hatayê bi cih bûn. Bi hezaran penaberên Sûriyeyê li Altinozuyê li Tesîsên Tekelê yên AFAD’ê dimînin. Kampa ku li nêzî Fermandariya Cendirmeyan a Altinozuyê ye, li ber deriyê wê yî têketinê 24 saetan venêrîna rê heye. Her wiha penaberên Sûriyeyê yên li derî kampê, lê li malan dijîn jî, her tim behsa komên selefî yên wek El Nûsra û Ehrar El Şamê dikin, ku şebekeyek heye bo van koman mirovan amade dikin û dişîne.
Li kampê zarok şandin şer
Welatiyekî ku ji ber ewleyiyê nexwest navê xwe aşkere bike dibêje, di demek nêz de 3 zarokên ku li kampê diman ji aliyê vê şebekeyê ve, bo Sûriyeyê hatine şandin. Welatî diyar kir ku yên li kampê mane, ev rewş bo wan ragihandine û dest nîşan kir ku malbatên zarokan boyî zarokên xwe îlana windakirinê dane, lê belê heta niha têkildarî windabûnê de tu kar nehatine kirin. Her wiha, hat îfadekirin ku zarokên hatine şandin, boyî komên selefî hatine şandin û hat diyarkirin ku ji van zarokan yek jê jiyana xwe ji dest daye. Welatî diyar kir ku li bajêr komeke ji 7 kesan pêk tê heye û ji bo komên selefî dixebitin û da zanîn ku heman kom bi pereyan kesên gihaştî jî ji bo şer bikin şandine Sûriyeyê.
Ser teqînan hat nixumandin
Welatiyekî din jî, diyar kir ku wî agahî wergirtiye ku ji wan zarokan yek jê jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku heman şebeke heta niha li gundên Erbaşi, Kolcûlar û Kiliçtûtan ên li ser sînorê Altinozu-Sûriyeyê bazirganiya li ser sînor dikin. Her wiha welatî diyar kir ku di meha tebaxê de li gundê Fatîkliyê li du malên cuda di dema amadekirinê de bombe teqiyane û ji ber vê teqînê şewat xwe daye der. Welatî da zanîn ku ji ber teqînê mal hatine valakirin û diyar kir ku ser teqînan hatiye nixumandin û der barê kesên li malê dijiyan de jî tu kar û kiryar nehatine kirin.
Gelek welatî heman îdiayan tînin ziman û her wiha rayedarên AFAD’ê jî têkilidarî zarokên ku bo şer tên şandin jî diyar kirin ku hayê wan ji tiştekî wisa tune ye.
(red)