DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 02'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

2 Cotmeh
09:01 2016


* Hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Alîgira Doç. Dr. Eylem Çamûroglû Çig, ku ji ber “Belavoka Aşitiyê” îmzekiribû peymana wê ya bi zanîngehê re nehat nûkirin û ji karê xwe bû wiha got: “Em bi her awayî li gor wijdanê xwe tevgeriyan û tiştekî ku peywira me ye, me kir.”

* Zarokên temênên wan di navbeyna 10-17’an de, li gel dayik, xwişk, bira û xizmên xwe, ji dêvla di dest wan de pênûs û lênûsk hebin, li nêv zeviyan bi kedeke mezin dixebitin.

* Welatiyên Amedê li dijî girtina û rawestandina weşana 11 radyo û 12 televîzyonana bertekên tund nîşan dan. Zarokê 12 salî yê ji Kobaniyê jî xwest demildest Zarok TV bê vekirin.

* Li Artemêtê, li hêleke Gazînoya Leşkerî ya li peravên Gola Wanê ye, dîwarên betonî yên bilindahiya wan zêdeyî 5 metreyî ye hatin lêkirin û her wiha li ser dîwaran jî bi qasî 2 metreyen têlên rêsayî hatin bicihkirin.

* Rojnamegerên wanî li dijî girtina radyo û televîzyonên ku Van TV jî di nav de bertek nîşan dan û diyar kirin ku tiştên tên jiyîn derhuqûqî û zorbetî ye.

* Li Altinozuyê, tê diyarkirin ku bi pereyan bo komên selefî yên li Sûriyeyê komeke ji 7 kesan pêk tê, li gel 3 zarokan li Kampa AFAD’ê ya Serokwezîrtiyê ya Altinozuyê, bo bi rêxistinên selefî re şer bikin kesên gihaştî jî dişînin şer.

* Komeleya Rojavayê, bi hatina zivistanê re ji bo gelê Şirnex, Nisêbîn, Cizîr û hemû kesên li qadên xwerêveberiyê dijîn banga piştevaniyê kir.

*Li pêy Halîl Yilmazê YPS’yî yê piştî îlankirina xwerêveberiyê ji Nisêbînê berê xwe da Şirnexê û beşdarî berxwedanê bû, tenê wêneyên wî yên ku di dest de alayên kesk û sor û zer hene û dikene wek mîrate man.

* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bû, Mala Gel a Apê Mûsa jî hat girtin. Qursiyerên Mala Gel, li gel girtinê jî li baxçe perwerdehiya xwe didomînin.

*Kalê Cemîl, li gel 105 sal temenê xwe, hîn jî li ser piya ye, hemû karê xwe bi xwe dike û bi vî awayî bala her kesî dikişîne ser xwe.

* Qaymeqamtiya Peyasê û Dadgeha Îdarî ya Herêmî, ji bo Gerînendeyê Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya Namik Kemalê Mehmet Zekeriya yê ku li dibistanê xwendekarên keç û kur ji hev cuda kir û ji bo mamosteyên ku li dijî vê cudabûnê bertek nîşan da jî gotibû, “Sala bê ez ê mamosteyên jin û mêr jî ji hev cuda bikim” destûra lêprisînê neda.

* Li gel hilweşandina Şirnexê derket holê ku şîrketên hilweşandinê pêk tînin diziya gel dikin, alavên didizin dibin bajar û navçeyên derdorê difiroşin.

* Federasyona Komeleyên Karakoçan, dê têkildarî tayînkirina qeyûman li şaxa ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00) BI DÎMEN E

* Hevberdevkên Giştî ya HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Ertugrul Kurkçu dê li bi şîara "Em ji bo pêşeroja xwe dibin yek û ji bo azadiya xwe di ber xwe didin" dê li TUM-TÎS'ê civîna gel pêk bîne. (14.00)

* Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi armanca piştevaniya gelê Şirnexê di çarçoveya kampanya çadiran konserê bide. (18.00)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN