DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevşaredarên Depê hatin girtin

 
2 Cotmeh
08:55 2016

XARPÊT (DÎHA) - Hevşaredarên Depê Cennet Ayik û Burhan Kocaman hatin girtin.

Hevşaredarên navçeya Depêya Xerpêtê Cennet Ayik û Burhan Kocaman jî di navde 13 kes di 29'ê Îlonê hatin binçavkirin. 13 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî 11 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan û Hevşaredar Ayik û Kocaman jî girtin û şandin girtîgeha Tîpa E a Xerpêtê.

Piştî biryara girtinê gelê Depê nêzî 12 saetan li pêş Edliyeya Depê çalakî pêk anîn û siloganên “Em rê nadin qeyûmê" berz kirin. Piştî Hevşaredar hatin girtin, gelê Depê li pêş Şaredariya Depê kom bûn û çalakî pêk anîn. Hevserokê DBP'ê yê Xarpêtê Mehmet Nafiz Koç, diyar kir ku li ser nûçeyên bê esil û bê kok hevşaredarên wan hatine girtin û ev yek li dijî hiqûqê ye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN