DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Geverê dengê çek û teqînan

1 Cotmeh
21:45 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Geverê, piştî du teqînên ku pêk hatin niha jî dengê çekan tê û her wiha li Şemzînanê jî qadên bejahiyî tên topbarankirin.

Li Taxa Cuhmûriyetê ya Gevera Colemêrgê, di saetên êvarî de li ser hevdu du teqîn pêk hatin. Li gel sedema teqînan nehat zanîn jî, lê pişt re li heman taxê dengê çekan bilind bû. Her wiha li taxê liv û tevgera wesayîtên zirxî jî xwe daye der.



Li gel vê, li Şemzînanê jî piştî biroj Qereqola Tekeliyê rastî êrîşekê hat, êrîşên bi topan dest pê kirin. Dengê topbaranê ji navenda navçeyê tê bihîstin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN