Meclîsê teskere erê kir
ENQERE (DÎHA) - Meclîsa Tirkiye ji bo şerê li dervê sînor yê li Sûriye û Iraqê pêk bê, daxwaza teskereyê erê kir.
Meclîsa Tirkiye daxwaza teskereyê erê kir. Piştî daxwaza teskereyê salek din hat erêkirin û dirêjkirin, leşkerên Tirkiye dê karibe derbasî dervê sînor bibe û têkeve axa Sûriye û Iraqê. Meclîsê teskereya Serokwezîrtiyê erê kir û ev daxwaza Serokwezîrtiyê û fermana Serokomar pêk anî. Biryara teskereyê 13 mehên din hat dirêj kirin.
Di dengdayinê de AKP, CHP û MHP'ê dengê "erê" û wekilên HDP'ê jî dengê "Na" bikar anî.
(mae)