DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di hefteya 114'an de ji bo girtiyên nexweş daketin kolanan

 
1 Cotmeh
19:44 2016

ENQERE (DÎHA) - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 114’an de kom bûn û ji girtiyên nexweş re azadî xwestin.

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 114’an de li Kolana Yukselê ya Enqereyê kom bûn û ji girtiyên nexweş re azadî xwestin. Xizmên girtiyan, parasvanên mafên mirovan û endamên Înîsiyatifê di çalakiyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî" vekirin û bê navber siloganên “Bijî berxwedana zindana” û “Li derve li hundir hucreyan perçe bike" berz kirin. Li ser navê înîsiyatifê Mahmut Konuk daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmet ker kor û lal e û wiha got: "114 hefte ne em li vir çalakiyan pêk tînin. Lê Wezîrê Dadê û hikûmet li hemberî banga me û çalakiyên me ker, kor û lal e. Serokwezîr lal e. Dewlet zagonên xwe binpê dike. Piştî OHAL'ê hêjmara girtiyan a odeyê ji 3 kesan derxistin 10 kesan. Em disa daxwazên xwe dubare dikin. Bila girtiyên nexweş bilezgîn bên berdan. Bila OHAL Bi dawî bibe. Bila 24 saetan li revîrên nexweşxaneyê doktor û ambulans hebe. Bila girtiyên nexweş bê kelepçe û zincîr bên dermankirin. Bila nûnerên ATK'ê wekî dijmin nêzî elewî, kurd, komînîst û sosyalîstan nebin. Bila saziyên serbixwe raporan bidin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN