ÎHD û xizmên windayan piştgirî dan TV'iyên girtî
AMED/ÊLIH (DÎHA) - Li Amed û Êlihê Şaxên ÎHD û xizmên windayan di hefteya 399'an de carek din li aqûbeta windayan pirsîn. Xizmê windayan û parazvanê mafê mirovan piştgirî dan TV û radyoyên hatin girtin û banga piştgiriya van weşanan hat kirin.
Endamên Komelaya Mafê Mirova (ÎHD) Şaxa Amedê û xizmên windayan vê di hefteya 399'an de çalakiya bi şiyara "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" ji ber qedexekirina çalakî û daxuyaniyan a ji aliyê Walîtiya Amedê ve fermana wê hat dayîn, çalakî li avahiya Şaxa ÎHD'ê darxistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD û gelek malbatên windayan amade bûn û wêneyên windayan û xizmên xwe hildan.
'Ji bo heqîqetê vegotin TV hatin girtin'
Di çalakiye de ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û got ku heta li Tirkiyê edalet bê dîtin dê çalakiyên xwe bidomînin. Bîlîcî bal kişand ser girtina TV û radyoyên muxalîf û wiha got: "Dewlet dixwaze dengê kesên cûda qût bike. Ji bo dengê gel û heqîqet dernekeve holê dengê televîzyonên muxalîf hatin girtin. Ev rewş nayê qebûlkirin."
Bîlîcî bal kişand ser salvegera qetilkirina Ceylan Onkol a li Licê hat qetilkirin û daxwaza dîtina faîlan kir.
Piştî axaftina Bîlîcî, Parêzer Hasan Yalçin çîroka windabûna xwendkekarê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Ayhan Efeoglu yê ji 6'ê cotmeha sala 1992'an ve di binçavan û îşkenceyê de hat windakirin xwend.
Çalakiya aqûbetpirsînê bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan bi heman aramancê di hefteya 399'an de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Kolana Gulîstan hat li darxistin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD û xizmên windayan û gelek nûnerên STK'iyan û welatî amade bûn û wêneyên windayan li erdê hat rêzkirin û hin kesan jî wêne hildan.
Li dijî girtina TV'iyan nerazîbûn
Di çalakiyê de rêveberê ÎHD'a Êlihê Fahretîn Asutay daxuyanî xwend û li dijî pêkanîna dij hiqûqî ya OHAL û KHK'ê nerazîbûn nîşan da û got ku di serî de girtina Zarok TV û hemû televîzyon û radyoyên muxalîf nayê qebûlkirin. Asutay destnîşan kir ku pêvajoya OHAL'ê ji armanca xwe derketiye û veguheriye pêvajoya tasfiyeye yê.
Çîroka Şîrîn Maltû hat parvekirin
Wek her hefteyê vê hefteyê jî Asutay çîroka windayê bi navê Mehmet Şîrîn Maltû xwend û parve kir. Asutay têkildarî windabûna Maltû ev agahî dan: "Di çileyê sala 1995'an de gelek leşker, cerdevan û tîmên taybet bi ser mala Maltû ya li gundê Zêdya ya bi ser Hezoya Êlihê ve girt û ew binçavkirin. Ji bo têkiliya wî bi PKK'ê re deynîn hemû sûcdarî xistin sitûyê wî. Ji roja hat binçavkirin şûn ve malbata Maltû têkoşîna hiqûqî û ya dîtînê bi sedan car da meşandin. Li gel ku serî li meqamên fermî, leşkerî û polîsan da jî lê heta niha ji kurê xwe agahî negirtiye."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
(bg)