DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

KESK'a Wanê: Li dijî OHAL û KHK çalakiyan mezin bikin

 
1 Cotmeh
14:40 2016

WAN (DÎHA) - Endamên Şaxên Platforma KESK'ê ya Wanê bi boneya ji kar dûrxistina mamosteyan li dijî pêkanîna KHK'ê û OHAL'ê nerazîbûn nîşan dan û banga çalakiyan li mamosteyan hat kirin.

Endamên Şaxên Platforma KESK'ê ya Wanê, bi boneya bi îlankirina OHAL'ê re di çarçoveya Biryara di Hikmê de Qanûn (KHK) re mamosteyên endamên Egîtîm Senê ku ji kar hatin dûrxistin çalakiya şermezarkirinê li darxistin. Çalakî li Parqa Feqiyê Teyran a li navçeya Rêya Armûşa Wanê hat pêk hat. Di çalakiyê de Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan û gelek endamên KESK'ê amade bûn û pankarta "Xwedî li kar û pêşeroja xwe derdikevin, ev êrîşa giran paşve bikişînin" hat ildan. Li ser navê kedkaran Berdevkê Demê yê KESK'a Wanê Vural Aytûrk di çalakiyê de daxuyanî xwend û destnîşan kir ku di bin navê OHAL'ê de berî êrîşên xwe dane karker û kedkaran û got ku li şûna darbekaran kedkar bedelên giran didin.

Banga çalakiyan li mamosteyan hat kirin

Aytûrk da xuyakirin ku KESK ne tenê saziyek e dengê hemû civakê û kedkaran e û wiha domand: "KESK di hedefê de ye, ji ber ku KESK dengê milyonan miroven e. Ji ber em demokrasiyê diparêzin di hedefan de ne. KESK rêxistina têkoşîna azadîxwaz û demokrasiyê ye." Aytûrk di daxwiya daxuyaniyê de got ku ew ê li dijî OHAL'ê û KHK'ê dengê xwe bilind bikin û li dijî van pêkanînan banga çalakiyê li kedkar û mamosteyan kir.

Daxuyanî bi berzkirina sloganên û lêdana çepikan bidawî bû.

(oz-era/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN