Ji bo konsera Şirnexê bang hat kirin
ENQERE (DÎHA) -Meclîsa Ciwanên HDP'ê û Komeleya Rojava ya Şaxa Enqerê ji bo piştgiriya welatiyên Şirnexê dê konserek amade bike.
Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê ev salek zêde ye li hemberî gelê kurd şerekî taybet tê meşandin û dewlet bê ser û ber êrîş dibe ser qadên xweser ên berxwedanê. Di encama êrîşên giran de bajar û navçeyên wekî Şirnex, Silopiya, Cizîr, Gever, Farqîn, Hezex, Nisêbîn, Kerboran û Sûr ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin û hilweşandin. Ji bo alîkariya van welatiyên Şinrnexê di konan de dijîn dê Meclîsa Ciwanên HDP'ê û Komeleya Rojava ya Şaxa Enqerê konserek pişgiriyê li dar bixe. Konsera dê bi şiyara "Ji bo Şirnexê qampanyaya çadiran" di 2'ê cotmehê de li Otela Neva Palasa Enqereyê pêk bê.
Rêveberê Komeleya Rojava ya Enqerê Haci Lezgîn banga tevlibûna konsera ku dê ji bo piştgiriya Şirnexê bê li dar xistin kir û got ku roj roja xwedî derketina biratiya gelê Şirnexê ye. Lezgîn anî ziman ku ji ber vê yekê pêwîste her kes bibe perçeyek pêştevanî û piştgiriya vê qampanyayê.
'Di nav şert û mercên giran de dijîn'
Lezgîn da zanîn ku piştî şerê ji aliyê hikûmetê ve li hemberî gelê kurd hat destpêkirin gelek kes ketin nav zordariyên jiyanî û axaxftina xwe "Li Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê demsalekî pir hişk û sar e. Ji ber vê yekê kesên ku ji malên xwe hatin dûrxistin niha di nav şert û mercên giran de dijîn."
'Roj roja piştgiriyê ye'
Lezgîn bi van gotinan banga piştgiriyê kir: "Divê hemû kes ji bo alikariya welatiyên ku niha di nav zor û zehmetiyan de dijîn ya ku dikeve ser milên wan bikin. Roj roja piştgirî û pêştevaniyê ye. Werin em dest bidin hev û ji bo bajarên xwe bibin alîkar."
(fd/bg)