Gotin çi karê tirkan di nava HDP'ê de heye û Altinors girtin
ENQERE (DÎHA) - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ku bi hinceta beşdarî merasima cenazeyê Zakir Karabulut ê di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat qetilkirin, bûye hat girtin; têkildarî girtina xwe nameyek şand. Altinors, diyar kir ku polîsan di bin çavan de pirsa 'Tipa te pir dişibe tirkan. Çi karê te di nava HDP'ê de heye?' pirsîne û ji ber ku wan bi kurdan re mil daye hev, tolê ji wan hiltînin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ku ji ber beşdarî merasima cenazeyê Zahîr Karabulut bûye hat binçavkirin û girtin, piştî hat girtin têkildarî girtina xwe nameyek şand. Altinors, diyar kir ku ji ber wekî kesekî tirk di nava HDP'ê cih digire hatiye girtin û dixwaze tola xwe ji wan hilîne. Altinorst bi kurtasi di nameya xwe de wiha nivîsand: "Hêj ez di bin çavan de bûm Ajansa Anadolu der barê min de nûçe nivîsandin. Hêj wê demê aşkere bû ku li dijî min komplo û lîstekek hatiye amadekirin. Endamên Cemaeta Fethullah Gulen ji polistan paqij bû, lê hişmendî paqij nebû. Ez 5 rojên di bin çavan de nekarîbûn bi parêzerê xwe re hevdîtin bikim. Lê şexkê bêbextiyan li min dike ji Ajansa Anatoluyê re di aixve. Ez bi hinceta beşdarî merasima cenazeyê Zakir Karabulut ê di komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an de hat qetilkirin bûm hatim binçavkirin. Min li ser navê HDP'ê axaftin kir. Ji bilî vê yekê hemû tiştên ku der barêmin de nivîsandiye vir in. Bê kok û bê bingeh in. Hemû tiştên bin bi belge ne. Lê li hemberî bin dadgerê ku li pêş serokomar bişkovkên xwe digire û bejna xwe didewîne heye. Xuya dibe ku ferman ji cihekî bilind girtiye.
Zahîr dema Hesapgirê HDP'ê yê Tokatê bû şehît bû. Ew canê me bû. Hêj dixwazin kuştina Zahîr şolî bikin. Li şûna ku kuştina wî ronî bikin kesên li pey wî diçin jî digirin û reş dikin. Em dê tu carî dest ji şop û rêya Şehîdê me yê aştiyê Zakir Karabulut bernedin.
Dema ez di bin çavan de bûm polîsekî pirsa "Tîpa te zêde tirk e. Çi karê tirkan di nava HDP'ê de heye?" pirsîn. Ji ber ku me û kurdan bilê xwe daye hev dixwazin tolê ji me hilînin. Lê min ji polîs re got ez tirk im, demokratim û HDP'î me. Em wekî kesên sosyalist, demokrat, ekolojist, kedkar û piştgiriyê didin têkoşîna azadiya jinê bi hemû rengên çep li dijî faşîzmê tevî HDP'ê têkoşînê bidomînin.
(mae)