DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kedkarên Ozgur Radyo banga nobetê kirin

 
1 Cotmeh
12:15 2016

STENBOL (DÎHA) - Kedkarên Ozgur Radyo ku weşana radyoya wan hat qutkirin û duh dest bi "Nobeta Azadiyê" kirin, diyar kirin ku ew nebûn qutuya muzîkê û bang li hemû guhdarên radyo kir ku tev li piştevaniyê bibin.

Îktîdara AKP'ê piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê li dijî çapemeniya muxalif dest bi operasyonê kir. Piştî qanalên tv yên ÎMC, Hayatin Sesî, Zarok Tv, Van TV, Jiyan TV û TV10 jî di navde 12 televizyon û 11 radyo hatin qutkirin, Xebatkarên Ozgur Radyo dest bi "Nobeta Azadiyê" kirin.

Xebatkarên Ozgur Radyo daxuyaniyek nivîskî dan û bang li hemû nûnerên saziyên demokratîk û guhdarên xwe kirin ku bi wan re di nava piştevaniyê de bin. Koordînatora Weşana Giştî ya Ozgur Radyo Derya Okatan, diyar kir ku hêj bi awayekî fermî teblîgata girtina radyo ji wan re neçûye û wiha got: "Qutkirina ragihandina malpera înternetê ya radyo û qutkirina weşanê, hemû mafê azadiya ragihandinê binpê dike. Bi vî rengî li dijî gelê Tirkiye starta êrîşan daye destpêkirin.

'Divê gel li dengê xwe xwedî derkevin'

Okatan, bang li hemû guhdar, nûner û rêveberên saziyên demokratîk û civakî kir û xwest gel li dengê xwe xwedî derkevin û destûr nedin dengê wan bê qutkirin. Okatan xwest gel RTUK û BTK'ê şermezar bike û bi hemû rengê çalakiyan li dengê xwe û awaza xwe xwedî derkevin û wiha got: "Ozgur Radyo li ser vê axê dibe dengê kurd, elewî, ermenî û ên din. Em tu carî vê biryara der barê radyo de qebûl nakin. Em dê heta dawî mafê xwe yê demokratîk û rewa biparêzin. Em dê heta dawî di ber xwe bidin.

Xebatkarên Ozgur Radyo Cuneyt Yilmaz û Leyla Abay jî anîn ziman ku Ozgur Radyo dengê gelan e û ew dê destûr nedin ku dengê gelan bê qutkirin.
Kedkarên radyo xwestin saet di 15.00'an de li avahiya Radyo beşdarî "Nobeta Azadiyê" bibin û piştevaniyê bidin wan.

Xebatkarên radyo diyar kirin ku navnîşana Radyo li taxa Acibademê Kolana Şamfistiği Hêjmar 45/5 Kadikoy Stenbol e.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN