DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Qeyûm li dijî vîna gel e'

 
1 Cotmeh
11:49 2016

RIHA (DÎHA) - Endam û rêveberen DBP û HDP'ê yên Rihayê bi daxuyaniyekê biryara tayînkirina qeyûmê ya Şaredarên Wêranşar, Hewag û Xalfetiyê şermezar kirin û diyar kirin ku ev biryar ne hiquqî ye û bê hurmetiya li dijî vîna gel e.

Walitiya Rihayê duh qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î yên navçeyên Hewag, Weranşar û Xelfetî yên Rihayê kirin. Revebir û hevserokên DBP û HDP li avahiya DBP'ê ya navçeya Haliliyê civîna çapemeniyê pêk anîn û tayînkirina qeyûmê şermezar kirin. Hevşaredarê Weranşarê Emrullah Cin diyar kir ku ev biryar dij demokratik û dij huquqiyê û wiha got: "Şaredariyen DBP'ê ji hemu kesan re bi feraseta wekhev xebatan dikin. Şaredar li ser beşdarbunê xizmetê esas digrin. Niha bi izna qeymekamtiyê xebat û xizmet hene. Ev şaredariyên bi iradeya gel hatin hilbijartin, niha jî bêyî biryar û vîna gel ji peyvirê tên girtin.

(mhy-mp/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN