Di salekê de 2 hezar û 468 DBP'î hatin girtin
AMED (DÎHA) - Di operasyonên li dijî DBP'ê de di nava salekê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî di navde bi giştî 2 hezar û 468 endam û rêveberên wê hatin girtin. 4 rêveberên navendî jî hatin qetilkirin.
Girtin û binçavkirina li dijî endam û rêveerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bê navber didomin. Li gorî daneyên Buroya Çapemeniyê ya Navenda Giştî di salek dawî de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî di navde bi giştî 2 hezar û 468 endam û rêveberên DBP'ê hatin girtin Gelek endamên Meclîsa DBP'ê û rêveberi in.
Herî zêde endamên DBP'ê li Rihay Amed, hatin girtin. Bîlançoya girtina endam û rêveerên DBP'ê wiha ye: Li Agirî; 120, li Erziromê; 77, li Dersimê; 150, Li Semsûrê; 34, li Stenbolê; 1, li Rihayê; 620, Lİ Sêrtê; 150, li Çewligê; 54, li Mêrdînê; 150, li Dîlokê; 150, li Erdexanê; 9, li Êlihê; 60, li Bêdlisê; 26, li Colemêrgê; 60, li Amedê 502, li Mûşê; 100, li Şirnexê; 29, li Wanê; 120, li Mereşê; 2, li Qersê; 19, li Îdirê; 65, li Xerpêtê; 10 kes hatin girtin.
4 rêveber hatin qetilkirin
Di nava salekê de Endamên Meclîsa Partiyê Mehmet Yavuzel, Seve Demir jî di navde 4 rêveber li Sîlopya û Cizîrê hatin qetilkirin.
(mae)