DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dogu Radyo jî muhur kirin

 
1 Cotmeh
10:42 2016

WAN (DÎHA) - Di çarçoveya zagonên KHK'ê ya OHAL'ê de Dogu Radyo jî di navde 11 radyo û 12 televîzyon hatin girtin. Dogu Radyo ku hat girtin muhur li deriyê wê xistin.

Îktîdara AKP'ê di çarçoveya zagonên KHK'ê ya OHAL'ê de di 28'ê ÎLonê de der barê 11 radyo û 12 qanalên televîzyonan de biryara girtinê dan. Piştî
Ozgur Radyo, SES Radyo, Radyo Dunya, Karacadag Radyo û Ozgur Guneş Radyo hat girtin Dogu Radyo jî hat girtin û mohr lê xistin. Piştî biryarê qanala radyo û înterneta wê jî hat girtin. Piştî firekansa radyo û înternet hat girtin muhur li studyoya radyo xistin. Radyo Dogu di bin baneya Dogu Medya A.Ş ji sala 1995'an heta niha bê navber weşan dikir. Dogu Radyo 21 salin li ser fireqansa 90.9 li navenda Wanê weşana herêmî dikir. Li ser înternetê jî bi malpera 'www.doguradyo.com.tr' weşan dikir. Dogu Radyo bi kurdî, tirkî nuçe peşkêş dikirin û stran distran. Dogu radyo wekî dengê kesên zarok, jin, ciwan û yên din weşand kiri.

Xebatkarên Dogu Radyo diyar kirin ku ew dê vê yekê qebûl nekin û bi her awayî li dijî girtina radyo berxwedana xwe berdewam bikin. Xebatkaran anîn ziman ku ew dê tu carî ji azadî û demokrasiyê tawîz nedin û têkoşîna weşana azad berdewam bikin û bibin dengê yên din.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN