Ji 19 mamosteyan 4 mamoste hatin girtin
AMED/STENBOL (DîHA) - Ji 19 mamosteyên Egîtîm Sen'ê yên di 25'ê Îlonê de li Amedê hatin binçavkirin jê 4 mamoste hatin girtin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Murat Ozyaşar jî li Stenbolê hat binçavkirin.
Polîsan di 25'ê Îlonê de li Amedê 19 mamosteyên endamên Egîtîm Senê binçav kiribûn. Ji 19 mamosteyên ku di 25'ê îlonê de hatin binçavkirin 4 mamoste li dadgehê hatin girtin. Heyeta dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" der barê 4 mamsoteyan de biryara girtinê da. 3 mamoste li dozgeriyê û 12 mamoste jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Nivîskarê Evrenselê Murat Ozyaşar hat binçavkirin
Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Murat Ozyaşar, di saetên serê sibê de ji aliyê polîsên TEM'ê ve hat binçavkirin. Hevsera Murat Ozyaşar a rojnameger Sibel Oral di hesabê xwe yê Twitterê de diyar kir ku Murat hatiye binçavkirin.
(mae)