DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi îşkenceya OHAL'ê qetil kirin

 
1 Cotmeh
09:57 2016

EMÎR BUKUM / SELMAN KELEŞ

WAN (DİHA)- Welatiyê 51 salî Îhsan Aslan ê 15 rojan li Wanê di bin çavan de rastî îşkenceyê hat, piştî serbest hat berdan 17 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Di 6 mehan de polîsan 8 caran bi ser mala Îhsan Aslan de girt û herî dawî bi îşkenceyê qetil kirin. Hevsera Îhsan Aslan Nuriye Aslan, diyar kir ku hevserê wê rastî îşkenceya giran hatiye û ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest daye.

Polîsan di 24'ê tebaxa 2016'an de li taxa Hîsarê ya girêdayî Navçeya Rêya Armûşe ya Wanê bi ser mala Aslan de girt. Polîsan di serdegirtina mala Aslan de Îhsan Aslan ê 51 salî binçav kirin. Îhsan Aslan bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" 15 rojan li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsana Wanê rastî îşkenceya giran hat. Aslan, piştî 15 rojan serbest hat berdan. Aslan, piştî hat berdan diyar kir ku rastî îşkenceya giran hatiye. Li gel vê yekê bêyî wî bibin revîrê, doktoran di maşîna zirxî de rapora tenduristiyê amade kirin û dan wî. Aslan, piştî hat berdan di 25'ê Îlonê de êşa wî giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Aslan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di 6 mehan de polîsan 8 caran bi ser mala wan de girt

Hevsera Aslan Nuriye Aslan, diyar kir ku polîsan di nava 6 mehan de 8 caran bi ser mala wan de girt û wiha got: "Polîsan dema bi ser mala me de digirtin neheqiyên giran li me dikirin. Çek li me dikişandin. Di cara 8’emîn de hevserê min binçavkirin. Her ku bi sar malê de girtin hemû alav û amûrên malê belav kirin. Her cara bi ser malê de girtin û lêgerîn kirin tiştek li malê nedîtin."

'Hevserê min bi îşkenceyê kuştin'

Aslan destnîşan kir ku hevserê wê ji ber îşkenceya li midûriyeta polîsan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Dema ji bin çavan derket nexweşiyek wî hebû. "Dema polisan bi ser mala me de girt, polîsa pora wê zêr ez xistim nava lêpirsînê. Ji min re got 'Me 8 caran bi ser mala we de girt. Lê me tiştek nedît. Ger ku ez nemirim ez dê darbeyekê li we bidim tu dê di emrê xwe de ji bîr neke' û gef li min xwar. Dema min bertek nîşanî wê da pêhnek li noqa min xist. Gurçika min zerar dît. Ez hêj êşa wê dijîm. Polîsên ku berê bi ser mala me de girtin û hevserê min binçav kirin heman polîs bûn.

112: Em nikarin ambulansê bişînin taxa ku terorîst lê hene

Nuriye Aslan, da zanîn ku piştî hevserê wê ji ser xwe çû li Ambulansê û 112'an geriyan. Lê rayedarên nexweşxaneyê gotin "Li taxa ku terorîst lê hene em nikarin ambulansê bişînin. Hevperê min piştî ji bin çavan derket her roj nexweş bû û Em 6 -7 caran li ambulansê geriyan, lê dîsa ambulans neşandin. Ne tenê ji bo nexweşê me, ji bo nexweşên din jî ambulansê naşînin taxê.

Nexweş li 112'an, lê 112 jî li 155'an digerin

Aslan, da zanîn ku nexweş ji bo nexweşxaneyê li 112'an û rayedarên nexweşxaneyê jî li 155'an polîsan digerin û ambulansê naşînin taxan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN