DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bavê Akdenîz: Kurê min înfaz kirin

 
1 Cotmeh
09:09 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Bavê Cegerxwîn Akdenîz ê di îsyana zindana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, Atîlla Akdenîz diyar kir ku kurê wî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye înfazkirin û wiha got: "Her carê em diçûn hevdîtinê, digotin qedexeya derketina kolanan heye û destûr nedidan em biçin hevdîtinê. Kurê min xistibûn hucreyê, kurê min şewitandine. Ev hovîtî ye. Cenazeyê kurê min şewitandine."

Di 29'ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê zarokên ku rastî binpêkirina mafên mirovan hatîn çalakî pêk anîn û serî hildan. Di çalakiyê de zarokê 17 salî Cegerxwîn Akdenîz jiyana xwe ji dest da. Zarokekî din ku heya niha navê wî aşkere nebûye bi giranî birîndar bû. Têkildarî bûyerê heta niha rêveberiya girtîgehê tu daxwuyanî nedaye.

Bavê Cegerxwîn Akdenîz, Attîla Akdenîz diyar kir ku 9 meh berê kurê wî li Cizîrê bi awayek dij hiqûqî hatiye girtin û ev 9 meh bûn li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de di koguşa zarokan de dihat girtin. Bav Akdenîz anî ziman ku kurê wî û hevalê kurê wî dema ku şewat derket de di hucreyekî de dihatin girtin.

'Kurê min şewitandine ev wehşet e'

Akdenîz roja ku kurê wî hat şewitandin bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: "Zarokek 17 salî çawa dikare xwe bişewitîne. Gardiyanan 24 saet li ber deriyê wan nobet digirtin. Wê çawa bikaribin xwe bişewitînin. Kurê min hemû şewitiye ev wehşet e. Dibêjin ji ber dûxanê jiyana xwe ji dest daye, lê rûyê kurê min hemû şewitîbû."

'Kurê min hatiye înfazkirin'

Akdenîz da zanîn ku kurê wî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye înfazkirin û wiha pêde çû: "Her carê em diçûn hevdîtinê digotin qedexeya derketina kolanan heye, nedihêlan em biçin hevdîtinê. Kurê min xistibûn hucreyê de, kurê min şewitandine ev wehşet e. Cenazeyê kurê min şewitandine."

'Ez ê doza kurê xwe bibim DMME'yê'

Akdenîz herî dawî got ku ew dev ji kujerên kurê xwe bernade û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dev ji vê buyerê naberdim. Ez ê heta Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) bibim û hesabê kuştina kurê xwe bi pirsim."

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN