DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xwendekarên akademîsyena ji kar hat avêtin: Em ê serî netewînin

 
1 Cotmeh
09:08 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Xwendekarên hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Eylem Çamûroglû ya ji ber belavoka aşitiyê îmze kir û peyman pê re nehat nûkirin gotin, ew ê têkoşîna mamosteya xwe ji cihê mayî dewr bigirin û bidomînin.

Xwendekarên hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Eylem Çamûroglû ya ku ji ber belavoka "Em dê nebin hevparê vî sûcî" îmze kir û ji aliyê zanîngehê ve peyman pê re nehat nûkirin û ji ber vê ji karê xwe bû, li dijî vê pêkûtiyê bertek nîşan dan. Xwendekara pola 2'yem a Beşa Rojnamegeriyê Delal Akyuz li dijî pêkûtiyên zanîngehê bertek nîşan da û dest nîşan kir ku, gelek akademîsyenên ku gotin "aşitî" ji kar hatin avêtin û wiha got,"Di vê serdemê de her kesê dibêje aşitî hedef tê nîşandan. Me mamosteyeke xwe yî herî bi qîmet şand, Mamoste Eylem."

'Em ê xwedî li mamosteya xwe derkevin'

Akyuz dest nîşan kir ku, li gel hemû astengiyan jî mamosteya wan serî netewand û wiha got, "Belkî niha ne li vir e, lê em wek xwendekarê wê, em ê wê li vir bidin jiyîn." Akyuz got, dibe ku mamoteyan îro biçe lê dê vegera wê bi îhtişam be. Xwrndekarê bi navê Sefer Olmez jî diyar kir ku sirf mamosteya wan Çamûroglû û mamosteyên din aşitî û mafê mirovan parastine, ji kar hatine avêtin. Olmez dest nîşan kir ku, li vî welatî hemû mosteyên ku dibêjin edalet, mafê mirovan hêdî hêdî tên îxrackirin û got, ew wek xwendekar ji van mamosteyan hatine mahrûmkirin. Olmez diyar kir şandina mamosteya wan pir wan zehmet tê û dest nîşan kir ku, ew dê ji cihê ku mamosteya wan nîşan kiriye têkoşîna xwe bidomînin.

'Em ê têkoşîna Mamoste Eylem, ji cihê mayî bidomînin'

Xwendekara pola 4'em Gokçe Etîk jî diyar kir ku, mamosteya wan Eylem yeke piralî ye û her tim li gel xwendekara bû. Etîk dest nîşan kir ku ew pir li ber çûyîna mamosteya xwe dikeve û diyar kir ku, îktîdar û tayfaya îktîdarê ji bo îktîdara xwe biparêze mamosteya wan ji kar avêtiye û wiha got, "Em ê têkoşîna mamosteya xwe ji cihê mayî bidomînin."

Mamosteyê Edebiyatê yê teqawîd û û xwendekarê pola 3'yem ê Beşa Rojnamegeriyê Muslum Kayayê 55 salî jî wiha got, "Mamosteya me Eylemê hêvî çand û em dizanin ku hêvî çiqas dereng dibe bila bibe, lê dê dîsa hêşîn bibe."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN